Mahkima deweleta tirkan a Agiriyê ceza bi ser 16 siyasetmedarên kurd da barandiye. Ji 40 salî bigire heta bi 30, 24 sal caza daye siyasetmedarên kurd. Di nava wan da parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk jî heye; 6 sal û 4 meh ceza dane wî. Ji zû da ye dixwestin Berdan ji ber xwe da bixînin, kîneke wan a mezin li hemberî Berdan heye.
Pêvajoya "biratiyê, aştiyê" ya tirkan daye destpêkirin ev e, zindan e, cezayên giran e.
Xwedêgiravî ”pêvajoya biratiyê, aştiyê”(!) dane destpêkirin, dibêjin ewê bi kurdan ra destûreke nuh çêkin.
Biratiya wan, aştiya wan, aştiya qal dikin a derew e, rastîya wan ev e, hefs û
zindan e.
Partiya DEM´ê û kurdên din gerek li hemberî vê çavsorî û zulma vê hukûmeta neyarê
miletê kurd bêdeng nemînin, vî cezayî qebûl nekin.
Bi baweriya min dibê DEM meclîsa wan biterikîne. Çimkî yên di meclîsê da jî
yeko yeko ceza dikin, dixin zindanê.
Ev ne cara pêşî ye tirk viya dikin, berê jî bi dehan parlamenterên kurd hinek bi
salan xistin zindanê, hinek jî mecbûrî revê kirin. Dibê DEM dawî li vê komediyê
bîne.
Çimkî kurd siyaseta legal dikin jî ji zindanê xelas nabin. Wê demê dibê meriv
meclîsa wan biterikîne, hin riyên din biceribîne.
XXX
Ekîbeke(tîmeke) tirk ji AFAD´ê ewê li Xezayê li termên rehînên îsraîlî bigere.
Îsraîl ev yek qebûl kiriye.
Ji bo lêgerîna 19 cenazeyên mane Tirkiyê tîmek şandiye Xezayê.
Bi baweriya min êsîrên sax jî, cenaze jî li Sûriyê, ya li
Idlibê, ya jî li Efrînê, li derekê li ba tirkan bûn.
Lema îhtîmal heye ekîba tirk ewê cenazeyan bibîne. Çimkî li
ba wan in, ew ciyê wan zanin.
Diz zane tiştê diziye li ku veşartiye.
Hamasê êsîr heta nuha li Xezayê veneşartibûn, ew biribûn ba
tirkan.
Tirkiye organizatorê qetlîama 7´ê cotmeha 2023´a bû, nuha jî di nav da ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar