17 oktober 2025

Serpêhatiya du beqan û bêhêvîyî

Du beq bêhemdî di bîrekê wer bûn. Çend beqên din li dor abîrê kom bûn û ji beqên di bîra da bûn ra gotin:

-Belasebeb xwe hol nekin û newestînin, hûn çi bikin jî hûn nikanin ji vê bîra kûr derevin.
Li ser vê, beqekî dev ji holkirinê berda û ji tirsa biziya, mir.
Beqê din dev ji liberxwedanê berneda, tim xwe hol kir, xwest ji bîrê derkeve. Û dawiya dawî ji bîrê derket.
Tu nabêjî guhê wî hinekî giran bûye, baş nebihîstiye, gotiye belkî hevalên wî dibêjin, ”li ber xwe bidin, bêhêvî nebin, hûnê bi ser kevin…”

Hin kesên bêhêvî bûne, teslîm bûne, baweriya wan bi serketina miletê kurd nemaye ji me ra, ji kesên liberxwedêr, ji kesên xwedî ezim û îrade ra dibêjin, ”belasebeb xwe newestînin, heyfa we ye, dijmin xurt e, hûn çi bikin jî hûn nikanin bi ser kevin, hûn nikanin zora vî dijminî bibin…”
Çarê Rûs jî pir xurt bû. Çan Kay Şek jî pir xurt bû. Şahê Îranê jî pir xurt bû. Seddam Husên jî pir xurt bû. Beşar Esad jî pir xurt bû. Qeddafî jî pir xurt bû. Lê aqûbeta wan em pê zanin.
Dijminên me, dewleta tirk, Sûrî, Îraq, Îran îro xurt in, lê surprîzên dinyayê pir in, te hew mêz kir aqûbeta Beşar Esed bû ya wan jî.
Ma kê bawer dikir li Kurdistana Rojava kurd welatê xwe rizgar bikin, bibin mitefikê Amerîkayê, Fransayê û werin rewşa îro; bibin xwedî dibistan û zanîngeh, zarok û ciwanên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin?
Bêhêvî nebin, newestin, bêyî liberxwedanê û micadelê tu riyeke din li ber me tune ye. Em mecbûr in heta em azad dibin micadela xwe bidomînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar