Hin caran zêr, hin caran zor, hin caran jî devê tivinga mor pere dike, însên tîne rê.
Lê dema zor û devê tivinga mor pere dike kane tiving tunebe.
Heger li ba me kurdan zêr, zor û devê tivinga mor hebûye tirk ji zû da baqil
bûbûn û hatibûn rê.
Çi hey zêrê tirkan jî, zora wan jî, tivinga wan jî ji yên me pirtir in. Lema ji
me natirsin, ji welatê me dernakevin û mafekî netewî yê herî biçûk jî nadin me. Heta
perwerdeya bi zimanê me jî qebûl nakin.
Ev ne bes e, bêtifaqiya me, tunebûna serokên li gorî vê demê jî pişta me şikandiye.
PKK tevgera me ya herî xurt e, ew jî ne doza serxwebonê dike, ne ya federasyonê, ne jî ya otonimiyê dike, bi destê Evdila Ocalan dev ji daxwazên xwe yên destpêkê berdaye, kes nizane ji bo kurdan çi dixwaze. Qala "cumhûrîyeteke demokratîk" ya berradayî dike.
Serokên filistîniyan diwêrin serxwebûnê bixwazin, serokên me li tu beşekî Kurdistanê newêrin gotina serxwebûnê bigrin devê xwe. Dema kurd bi xwe serxwebûnê nexwazin dinya jî vî heqî layiqî me nabîne.
Hela em binêrin ev rewş ewê heta kînga dom bike. Ji lîderên, nasyonalîstên, egîdên wek Dr. Şivan lazim in.
Dixwazim çend gotinan jî li ser axaftina Trump û Pûtîn bibêjim.
Serokê Amerîkayê Donald Trummp do bi telefonên bi serokê Rûsyayê Pûtîn ra peyivîye, biryar dane ji bo rawestandina şerê Rûsya û Ukraînayê piştî hefteyeke din ewê li paytexta Macarîstanê Bûdapeştê werin ba hev.
Trump berê gefa şandina robotên Tomahawkê li Rûsyayê xwaribû, gotibû heger Pûtîn şer ranewestîne ew kanin robotên Tomahawkê bidin Ukraînayê.
Dibêjin ji ber ku menzîla robotên Tomahawkê dirêj e, kane balansa şer di lehê Ukraînayê da biguherîne. Ji bo wê jî Oûtîn civîn qebûl kiriye, vê carê belkî civîna Pûtîn û Trump netîceyekê bide.
Serokê Ukraînayê Zelenskî do çû Washingtonê, îro ew û Trummp ewê bicivin.
Trump piştî axaftina bi Pûtîn ra dev guhertiye, gotiye Tomahawkê ji wan ra lazim e, şandina wan ewê qedera şer neguherîne.
Trump geh rast lê dixe, geh çep lêdixe. Berê got heger Pûtîn şer ranestîne ewê robotên Tomahawkê bide Ukraînayê. Dixwest Yekîtiya Ewrûpayê perê wan bide.
Wezîrên welatên Yekîtiya Ewrûpayê biryar dan, ewê perê wan bidin.
Nuha jî dev guhertiye. Hela em binêrin ji civîna wî û Zelenskî ewê çi derkeve.
Bi texmîna min cî li Rûsyayê teng dibe, vê carê îhtîmala rawestandina şer zêde ye. Mimkûn e Trump vê carê Pûtîn îqna bike. Çimkî Pûtîn hêdî hêdî zorê dibîne, di warê aborî û leşkerî da rewşa Rûsyayê ne baş e, roj bi roj xerabtir dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar