16 oktober 2025

Reqlamên Podcastên Perxudresê bloga min firand

Maşela maşela, înşela zêde bibe kêm nebe. Piştî reqlama podcastên Perxudresê bloga min Hindik-Rindik firiya, xwendevanên min zêde bûn. Mala emer Farûk Baran ava be, di çend podcastên xwe da qala alîkariya Hindik-Rindik dike. Bi xêra wî kesên hetanî nuha haya wan ji bloga min Hindik-Rindik tunebû pê dihesin û riya xwe pêdixin. Hêvî dikim kêfa hinekan jê ra were û bibin şopînerên Hindik-Rindik ên daimî.

Do 5069 kesî, îro jî heta nuha(seet nuha 17 kêm çarîk e) 3081 kesî bloga min tikandiye.
Memnûn im.
Today 3081
Yesterday 5069
This month 14144
Last month 8038 Ev tîraj ji bo blogeke kurmancî pir baş e. Esas blog êdî demode bûne, kes êdî blogan naxwîne. Podcast, Tîk-Tok û nizanim çi û çi derketine, kes blogan nadomîne. Çimkî xwendevan pir kêm bûne. Ez bi xwe dev ji blogeriyê bernadim. Tiştên ne kêfa min ji wan ra tê, ne jî ji qeq dertêm. Heta ez bikanim ezê bloga xwe dom bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar