Wezîrê edaletê Gunnar Strommer û seroka pûlisên Swêd Petra Lund roja îniyê(7/11-25)di civîneka çapemeniyê da gotin, li Swêd teqrîben 67.500 çeteyên krîmînel hene. Ji wan, 17.500 heb çeteyên aktîv in, 50 hezarê din jî girêdayî wan in, carnan aktîv dibin.
Nufûsa Swêd here were 10,57 miljon e; yanî 11 milyon jî tune ye. Lê jimara çeteyên ji çarhawêlê dinyayê li Swêd kom bûne herî kêm 67.500 e.
Bi baweriya min jimara rastî ji vê jî zêdetir e.Di warê şerê nabêna çeteyan da, di warê sûcên kirîmînel, narkotîka û diziyê da Swêd li Ewrûpayê di rêza yekê da ye.
Swêda 30-40 sal berê wek cineteke bihuşta Îskandînaviya yê bû, nuha bûye welatê tirs û xofê, hêlîna çeteyan.
Diziya li Swêd dibe li tu welatekî Ewrûpayê nabe. Kirîmînalîteya li Swêd heye, kuştinên nabêna çeteyan li Swêd dibin li Ewrûpayê, li tu welatekî din nabe.
Bi sedan çeteyên swêdî li Tirkiyê, li Îraqê, li Fasê, li Lubnanê, li Îranê û li gelek welatên din bi cî bûne, ji wan welatan karên xwe yên çeteyî dimeşînin û şerê hev dikin.
XXX
Federasyona Firoşgehên xwarinê di rapora xwe ya salane da
gotiye, li Swêd ji marketan rojê li dora 30 milyon kronî tişt tê dizîn.
Çete pir bûne. Pûlis dibêje jimara wan li dora 67.500 kesî ye.
Bi dehhezaran kesên bi qaçaxî li Swêd dimînin hene, bêkar in, dikevin dikanin,
kîsikên xwe, erebên xwe dadigrin û diherin.
Yên carnan werin girtin jî hefs nabin, ji Swêd nayên derxistin, tên berdan. Ji
ber diziyên biçûk kesî naxin hefsê. Lema dizî roj bi roj zêde dibe. Swêd bûye
bihuşta çeteyan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar