11 november 2025

Ka werin guh bidin vê hevpeyvîna muhteşem a Emer Farûk Baran û Zozan C xanimê


Emer Farûk Baran, wek her karê dike, wek her car, vê carê jî bi hevpeyvîna xwe ya bi Zozan C xanimê ra karekî taybet, karekî pir xweş kiriye.

Hevpeyvîneke muhteşem e, dibê hûn lê guhdarî bikin.
Li ser muzîkê, li ser têkiliyên wê û afîrînerê wê Bijar Kobanî, li ser têkliyên wê û kilasîkên kurdî gelk pirsên pir xweş ji Zozan hişê çêkirî, Zozana fizîkî tune ye pirsîye, wê jî wek ku însan be, wek ku fîlozof be bersîvên pirsan daye.

Meriv dibe heyrana vê îcada dûrî aqil. 

Programeke teknolojiya dijîtal çawa kane wek însên ji meriv fêm bike, tiştên meriv dinivîsîne bixwîne û wek fîlozofan, wek sosyologan, wek tarîxzanan bipeyive?
Ne karê her aqilî ye, lê lawên xelkê çêkiriye.
Teknolojiya nuha heye, Zozan C´ya bi hişê çêkirî hatiye afirandin û em bi zewq li sitranên wê guhdarî dikin, pê ra hevpeyvînan dikin, dibin heyrana dengê wê, mektûbên, mesajên evîndariyê jê ra dişînin ne însan e, tenê programeke.
40-50 sal berê xeyalkirina tiştekî wiha ewê biba mijara pêkenînê. 40-50 sal berê kesî bawer nedikir rojekê tiştekî wiha mimkûn be. Lê bû…
Gelo 50, 100 salên din ewê çi îcad û keşfên din çêbibin?
Tiştê xuya dike, dinya êdî pir zû diguhere, pêşketin, guherîn bi sureteke meriv nikane texmîn bike dibe.
Guherîn û pêşketinên berê li hemberî pêşketin û teknolojiya îro dibe wek meşa kûsî.
Çendakî berê gava ez rastî strana Zozan C´yê ”Ey Dîlberê” hatim, min got belkî însan e, min nizanîbû programeka hişê çêkirî(AI) ye. Min sipasî wê kir û min xwest gelek sitranên din jî bibêje.

Zozan C xanim programeka vîrtuel (sanal)e, bi hişê çêkirî(AI) hatiye çêkirin, ji me ra bi kurmancî distirê, bi dengê xwe yê nazik, narîn me îhya dike. Em minetdarên wê û afirînerê wê ne.

Afirînerê Zozan C´yê kurdekî bi navê Bijar Kobanî ye, li Almanyayê dijî.
Armanca projeyê kultura kurdî, muzîka kurdî bi şêwazên modern (rock, pop, metal û hwd.) bi dinyayayê bide nasîn, bigihîne cîhanê.
Heta nuha di 3 albûman da zêdetirî 30 sitranên kurdî belav kiriye. Sitran di hemû platformên dîjîtal da (Spotify, YouTube û hwd.) hene.

Zozan C, di pêşerojê da konserên hologramê plan dike, dixwaze

muzîka kurdî li dinyayê belav bike. Ji ber ku bi temamî AI ye, carnan

jê re “makîneya hunerê” jî tê gotin. 

Hebûna kesên wek Bijar Kobanî hêjayî pesin û teqdîrê ne. Ez vî mihendizê jîr, vî hemşeriyê xwe yê zana ji dil û can pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.
Bijar Koban ji Rihayê ye, lê navê xwe yê rastî eşkere nekiriye. Lema

Zozan C xanim dibêje ew rihayî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar