Dibê her kurd baş bizanibe astenga, kelema li pêş azadîya me kurdên li her çer perçeyên Kurdistanê tirk in, Tirkiye ye.
Tirkan nahîştine li tu beşekî Kurdistanê em bibin xwedî dewlet, nuha jî dîsa ew nahêlin...
Ne tirk bûna, piştî Şerê Cîhanê yê Yekê Kurdistana serbixwe çêbûbû;
tirkan nehîşt çêbibe.
Ne tirk bûna, li başûr û rojavayê Kurdistanê kurd azad bûbûn, tirk nahêlin.
Heger ne midaxeleya tirkan bûye li başûr û rojavayê Kurdistanê du Kurdistan çêbûbû, tirk nahêlin.
Ne midaxeleya tirkan bûya li Sûriyê kurd ji zû da veqetiya
bûn, Kurdistan çêbûbû. Tirk nahêlin.
Tirkan Beşar Esad xistin û Ehmed el Şarayê terorîstê Amerîkayê 10 milyon dolar didan kesê wî bigrin ya jî bikujin, kirin serokê Sûriyê û birin Qesra Sipî.
Ji bo wê ye el Şara bêemriya tirkan nake, wek tirk dixwazin neyartiya kurdan dike.
Fîdan Hakan bi el Şara ra li Amerîkayê ye, nahêle kurd azad bibin.
Heta em zora tirkan nebin ne rehetî ji me ra heye, ne jî li
tu beşî em kanin azad û serbixwe bibin.
XXX
Terorîstê Amerîkayê 10 milyon dolar danîbû serê wî îro li
Qesra Sipî bû.
Ahmed el Şara heta roja pênşemiyê jî di lîsteya Amerîkayê ya
terorîstan da bû, lê îro li Qesra Sipî mîvanê Donald Trump bû.
Terorîstekî cîhadîst qatlix jî li xwe ke, qerawêtê jî têxe
hustuyê xwe naguhere, dîsa jî ew terorîst e.
Tu xenzîr çiqasî bixemilînî jî xenzîr e
Lê heger serokê Amerîkayê Donald Trump guhê vî xenzîrî bikşîne,
bikanibe wî ji bin kontrola Tirkiyê derxîne ji me ra jî baş e.
XXX
Li ba însanan qanûna herî germ,
ji tirî çêkirina şerabê ye,
ji komirê çêkirina agir e,
ji maçkirinan çêkirina însên e.
Li ba însanan qanûna herî xweş,
avê dikin ronahî,
xewnê dikin rastî,
dijmin dikin birayê xwe
///Paul Eluard


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar