12 november 2025

Gerek em bi serketina xwe bawer bin

Serketin, pêşvaçûn bi gotinê, bi leqleqê, bi gazin û rexnekirinê çênabe, dibê meriv ji bo serketinê bixebite, ji axaftinê bêtir karekî bike. Lê tu carî raneweste. 

Xelasîya me di xebatê da ye, di her şert û mercî da dibê em ji bo azadî û serxwebûna xwe bixebitin,

Tenê riyeke serketina me, rizgariya me heye, ew jî dibê em bi serketina xwe, bi azadbûna bawer bin. Em bi xwe, bi miletê xwe bawer bin.

-Heger tu nikanî bifirî, baz de, heger tu nikanî bazdî, bimeşe. Heger tu nikanî bimeşî, xwe bi erdê ra bikişkişîne, lê raneweste, tim di hereketê da be. Çûna xwe ya berbî pêşerojê bidomîne…

XXX

îşev kela dilê min rabûye di Yuotubê da wer li muzîkê gudarî dikim.

Wek moza heningiv, ji ser kulîlkekê difirim kulîlkek din.

Min ji Zozan C xanimê dest pê kir, dû ra bi dor, li Aydin, Rojda, emerê Entaxî, Sefqan Orkêş gudarî kir. Hîn dom dikim. Nikanim dev jê berdim û tiştekî binivîsînim.

Carnan jî dibê meriv dil û ruh bi muzîkê dilşa û îhya bike. Ew jî lazim e, sîyasetê em helandin..

 XXX

Wezîrê edaletê yê Sûriyeyê Mazhar Weys gotiye, ” ew tevî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê bûne û ev jî gaveke li gorî şerîetê û serweriya dewletê ye".

Rast e, şerîeta we boyax e, çawalêhato ye, hûn him dibin cîhadîstên Daîşê, him jî dibin mitefikên Amerîkayê, ji bo şerê li dijî Daîşê. Li gorî şerîetê hûn bûn Daîş, nuha jî li gorî şerîetê hûnê şerê Daîşê bikin (!)

Yanî Daîşêyên berê dikin li dijî Daîşê, li dijî xwe şer bikin.

Gava tu dewlet bî her hoqebazî, her fêlbazî, her teqlebazî mimkûn e û ji alî dinyayê va tê qebûlkirin.

Ehmed el Şar(Colanî)heta do terorîstekî Amerîka li dû bû, piştî Tirkiyê ew kir serokê Sûriyê li Qesra Sipî ji alî Donald Trump ve wek serokekî muhterem hat pêşwazîkirin. Çimkî bû xwedî dewlet.

Heta em nebin xwedî dewlet emê tim di bin nigan da bipelixin.

XXX

Li Îranê meleyên xwînxwar îsal 1365 kes bidarve kirine. Ev barbarîyeke, wahşeteke bêemsal e. Gerek dinyayê li vê wahşetê temaşe nekira.

XXX

Doza miletê kurd êdî sînorên dewletên dagirker ji ortê rakiriye, mesele bûye meseleyeke dinyayê, navnetewî.
Tirkan pir li ber xwe dan ji bo ku dinya tevî meselê nebe.
Lê şervan û canfîdayên kurd li Kurdistana Rojava bi liberxwedana xwe mesela kurd û Kurdistanê kirin meseleyeke navnetwî.
Êdî şer, hevdîn, civîn ne di nabêna kurdan û eraban tenê da ye, Amerîka, Fransa û gelek welatên din jî di nav da ne.
Lema serokê Sûriyê Ehmed Şer gotiye:
“Çareseriya herî baş ew e ku hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê çavdêriya entegrasyona HSDyê ya nav hêzên hikûmetê bikin."
Piştî Amerîka bû çavdêr êdî fereca xêrê ye, kurd ewê bigihîjin azadiya xwe.
Lê heger serokên kurd bi xwe, xwe teslîm nekin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar