Di sedsala 15-16´a da li Ewrûpayê keşe û dêran(kilîseyan) li cinetê erd difrotin xelkê.
Hin kesên nezan, cahil bi vê derewa keşeyan dixapiyan, li cinetê ji xwe ra erd
dikirîn. Digotin dema em mirin, ji bo ku neçin cahnimê, bira ciyê me li cinetê
hazir be.
Bi vê riyê keşe û dêr him zengîn dibûn, him jî xelk bi xwe va girê didan.
Keşeyekî bi navê Martîn Lûther(1483-1546)li Almanyayê li dijî vê bazara dêrê derket, got dêr dîn îstîsmar dikin.Ev yek bû sebebê girtina wî. Ew dan mahkimê, dêrê xwest Martîn Lûther were cezakirin.
Martîn Lûther teslîm nabe, li mahkimê di parastina xwe da ji hakim ra dibêje:
-Hûn însanan bi cahnimê(dojehê)ditirsînin û cinitê bi pera difroşin feqîran. Çima hûn cahnimê nafroşin?
Hakim gotiye:
-Ma kî yê cahnimê bikire ku em bifroşin?
Martîn
Lûther gotiye:
-Ez dikirim, bifroşin min. Perê wê çibe ezê bidim!
Heyeta mahkimê bi hev şêwirîye, hakim gotiye baş e, cahnime
belaş dane wî.
Bi sedan însan bi meraqek li ber deriyê mahkimê, li bende
biryara mahkimê bûne. Martîn Lûther, bi dengekî bilind ji milet ra gotiye:
-Min cehnime(dojeh) kirî. Cahnime êdî ya min e. Ji îro pê da
ezê kesî negrim cahnimê. Metirsin, deriyê cehnimê digrim û kesî berra hundur
nadim.
Dibêjin ev yek bû destpêka milet ji bin tesîra dêrê xelas
bibe û serdema ronakbîriya almanî(German Enlightenment)dest pê bike.
Martîn Lûther, bi vê rexneya xwe ya li dijî firotina cinetê
wek pêşengê reforma dêra protestan tê qebûlkirin.
Di sala 1517´a da be deklerasyonek 95 madeyî li bajarê
Wittenbergê bi deriyê dêrekê va mîx kiriye. Ev yek jî bûye sebebê perçebûna
dêrê katolîk û dêrên Protestan ava bûne. Û ji bo ku xelk fêm bike, Încîl jî
wergerandiye zimanê xelkê, almanî.
500 sal di ser vê serîhildana Martîn Lûther ra derbas bûye, di nava misilmanan da hîn jî yekî wek Martîn Lûther derneketiye; ji bo wê jî Îslam li gorî destpêkê xerabtir bûye baştir nebûye. Hebûna Daîşê, Talîbanan, Komara Îslamî ya Îranê û bi sedan tevgerîn cîhadîst îspata vê yekê ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar