13 november 2025

Payiza rengîn baran bi xwe ra anî

Xwedê kir min şemedanê baranê li xwe kiribû, ya na ezê şil û pil bibama.
Ez çer ji hundur derketim baranê hûr hûr dest pê kir. Payiza rengîn bê baran nabe, dibê me şil bike.
Lê min tedbîra xwe girtibû, kincê baranê li min bû, ne xema min bû. Min meşa xwe ya rojane betal nekir. Lê min hinekî kin kir, 79 deqeyî meşîyam.

Parka ez lê dimeşim ji mala me 4-5 deqeye, parqeke mezi û pir xwe e, wek daristaneka biçûk e. 
Hertim tije însan in, piranî kûçikên xwe û zarokên xwe digerînin. Hinek jî zarokên xwe yên di erebokê da digerînin. 
Ciyê rûniştê, bînvedanê jî lê pir e. Kêfa min pir jê ra tê.

Ez baranê, ji şilbûnê aciz nabim. Baran rahm û merheta li axê ye, ax jî, em jî motajê baranê ne. 
Lema kurdan gotiye, baranê bibar bibar, çûçika genimê te xwar, sêwîyan serê hev xwar...

Heta ji min tê her roj herî kêm li dora 6 km dimeşim. Ne baran be derdixim 8-10 km.

Li gorî gotina tuxtor û aliman, meş ji bo siheta însên baş e û di ser da, heger ne derew be, çend salan jî umrê meriv dirêj dike.

Ji bo wê jî ez dûzana xwe ya rojane xera nakim, rojê li dora seet û nîvekê, du seetan dimeşim.

Berê xinim jî her roj bi min ra dihat, nuha ji ber ku seet di 15.00a da diçe neviyê xwe ji zarokxanê digre, nikane her roj bi min ra were; carnan tê, carnan nayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar