Rojekê ji hoste sirrê serketina wî jê pirsîne.
Hoste dirêj nekiriye, du gotin gotiye:
-Biryarên rast…
Gotine tu van biryarên çawa digrî?
Bi gotinekê bersîv daye, gotiye:
-Bi tecrûbeyê…
Gotine sirrê vê tecrûbeya bêxwedî çi ye? Bibêje em jî bizanibin.
Hoste keserek kûr kişandiye, gotiye:
-Sirrê wê biryarên şaş e. Bi biryarên şaş meriv dibe xwedî tecrûbe.
Biryarên bi îsabet, bi tecrûbeyê
Tecrûbe jî bi biryarên şaş û xerab çêdibe.
Di kar û xebatê da carnan meriv biryarên şaş digre, fikrên şaş, îdeolojiyên xerab diparêze. Di jiyanê da ev giş kane bibin. Ya muhîm gava meriv bi şaşiyên xwe hesîya dev jê berde, di şaşiyê da israr neke.
XXX
Li Tirkiye sawcî xwestiye kilîtê li deriyê CHP´ê xîne û dest bide ser mal û milkên wê.
Û ji bo Ekrem Îmamoglu jî 2000 sal ceza xwestiye.
Li gorî hin alimên îslamê Hz. Nûh 950 sal jiya ye, diyar sawcî ditirse Ekrem
Îmamoglu du cara bi qasî Hz. Nuh bijî. Lema jê ra 2000 sal ceza xwestiye.
Lê helbet sawcî li gorî emrê Erdogan van tiştan dixwaze. Li Tirkiyê sawcî-mawcî
fasa fîso ye, ev doz li gorî emrê Erdogan dimeşe.
Erdogan dixwaze heta sax be kesê, partiya kanibe kursîya wî jê bistîne tunebe.
Kesê xwediyê vê potansîyelê ji ortê rabe.
Heta xera nebe çênabe. Hêvî dikim CHP´ê bigrin û komedîya 2000 sal ceza jî bi
rst bigerînin.
Di rewşeke wiha da belkî tirk bibêjin ”law êdî bes e ji destê te, dibê em te
daxînin ji ser textê te…”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar