15 november 2025

Dibê em tu carî nebêjin êdî bes e!

Thomas Edison(1847-1931), mucîdê ampûlê û xwediyê patenta hezar îcadên din li ser ezm û xebatê, micadelê gotiye:

-Zeîfiya me ya herî mezin devjêberdana ji xebatê, ji micadelê ye, gotina êdî BES  e! Riya biserketinê ya herî saxlem her tim ceribandina careke din e.
40 sal e, 50 sal e, 60 sal e em di nava xebata siyasî da ne. Hewqas sal xebata siyasî, micadela li dijî dagirkeriyê ne karekî rehet e, fizîkê meriv ji taqet da dikeve, psîkolojîk meriv diweste. Çimkî êdî em ne xortên 40, 50 sal berê ne. Westiyan normal e.

Lê dibê meriv nebêje êdî bes e! Hinekî sist bike, bîna xwe, westa xwe bigire.
Piştî hewqas sal xebata siyasî westandin normal e, lê tu carî nebêje êdî bes e, ji min hewqas !
Çimkî em hîn bindest in, welatê me Kurdistan hîn jî di bin dagirkeriya çar dewletan da ye.
Xebata ji bo azadiyê, serxwebûnê ne kar û wezîfa ciwanan tenê ye, jin, mêr, kal, pîr wezîfeya her kurdî ye.

XXX

Di platforma X´ê da gava meriv xebereke tirkî ditikîne(malpera xeberê vedike)venabe, li rast û çepê xeberê pit, pit, pit, pit bi dehan reqlam li peyhev vedibin, ji bo ku meriv xeberê bixwîne dibê meriv nizanim çi û çi qebûl bike.
Ez poşman dibim, dev ji xwendinê berdidim.

XXX

Çi kar dibe bila bibe, dibê meriv tim xwe baş bidê û bixwaze karê xwe baş bike, tu carî neke karê suxre.

Malê xerab tu carî nabe marqe.

Karê suxre hosteyê xwe meşûr nake.

Di siyasetê da, di sinet û edebîyatê da kî karê xwe cidî bigire, îstîkrarê nîşan bide li karê ye.

Helbet erbabî jî lazim e.

XXX

Ji dêlî meriv ji ber tiştê nekiriye poşman bibe, bike ax, wax, bibêje xwezî min filan tişt kiriba, ji ber tiştê kiriye, ceribandiye poşman bibe çêtir e.

Qenekê meriv ji tiştê kiriye baş, xerab, pir, hindik dersekê digire, jê ra dibe tecrûbe. Çimkî tecrûbe netîceya praktîkekê ye.

Li gorî 40-50 sal berê, nuha em baştir zanin dibê di xebata siyasî da dibê em çi bikin, çi nekin, çi biparêzin, çi neparêzin.

Ev zanîn netîceya xebata salan, netîceya tecrûbeya gelek ketin û rabûnan e. Heta neyê serê meriv, meriv nabe xwedî tecrûbe. Ji ber wê ye aqilê extîyariyê ji yê xortaniyê baqiltir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar