88 sal di ser îdama Seyid Riza û hevalên wî ra derbas bûye, hîn jî gorra wî nîşanî me nadin.
Di ser îdama Şêx Seîd ra jî 100 sal derbas bû, gorra wî jî nîşanî me nadin.
Ev yek siyaseteke tirkan a millî ye, tu hukûmet, tu serok vê siyasetê naguhere.
Çimkî ev temiya, ev daxwaza Ataturk e. Ataturk ev temî li wan
kiriye, nehîştiye rismên Seyid Riza yê bi sêpiya îdamê va were belavkirin.
Ataturk cenazeyên wan teslîmî malbatên nekirine, ew eşkere defin nekirine, gorrên wan ji kurdna veşartirne.
Berpirsiyarê îdama Seyid Riza, mudûrî emnîyeta Meletyê yê wê demê Îhsan Sabrî Çaglayangîl(dû ra bû wezîrê karên derve û bîranînên xwe nivîsî)ji hevalê xwe Îsmat Bozdag ra gotiye, Ataturk jê ra gotiye, gerek rismê
îdama Seyid Riza neyê belavkirin.
Heger rismê Seyid Riza yê bi sêpiya îdamê va
li ba dibe têkeve destê kurdan ewê careke din serî hildin.
Lema xwestiye risim û negatîfên risim werin îmha kirin. Û wer jî kirine. Îsmet
Bozdag di kitêba xwe ya bi navê ”Kürt isyanları, Truva Yayınları, 2009, s.124-131”
bûyer ji devê Îhsan Sabrî Çaglayan wiha neqil kiriye:
Di dema îdama Seyid Riza û hevalên wî da(15/11-37)Atatturk
diçe hatibû Xarpêtê. Di trênê da dima. Di sibeha 16´ê mehê da ban Îshsan Babrî
Çaglayangîl dike. Çaglayangîl ji hevalê xwe Îsmet Bozdag ra gotiye:
”Ji min ra gotin Ataturk ban te dike. Ez çûm. Xurîniya xwe dikirin. Ataturk
rismek nîşanî min da. Rismê Seyid Riza yê dema bi sêpêya îdamê va kişandibûn.
Ji min ra got, ´Ev risim çi ye, mudûrî emniyetê?
Ataturk xwestiye negatîvê wî resmî jî werin îmhakirin. Çaxlayangîl, diçe
negatîfn jî tîne. Ataturk jê ra dibêje:
”Vana merivên wek alê ne. Rismê te girtiye têkeve destê wan, ev herêm ewê
careke din serî hilde. Te him agir vemirandiye, him jî tu dikî ji çirîskên di
nava xweliya êgir da mene agirekî nuh vêxînî.”
Îsmet Bozdag, (İsmet Bozdağ, Kürt isyanları, Truva Yayınları, 2009, s.124-131.)
Min ji malpera Ayşe
Hur a Facebookê girt. Ayşe Hura di malpera xwe ya X´ê û Facebookê da bi hûrgulî qala vê bûyerê dike.
Yanî sebebê tirk gorên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza û hevalên wan
nîşanî me nadin daxwaza Ataturk e.
Tirk dibêjin gerek kurd gorrên kesên me îdam kirine nebînin.
Heger gorrên wan hebin, kurd herin ser gorên mezinên xwe, ewê hafizeya kurdan tim zindî bimîne, qatilên mezinên xwe tu carî ji bîr nekin.
Ji bo wê jî gorra Seyid Riza û Şêx Seîd nîşan nadin. Kurdên di nav AKP´ê da pir bêxîret in, ew serî hildin, bibêjin gerek hûn gorrên mezinên me nîşanî me bidin, ewê mecbûr bibin, nîşan bidin.
Lê carê bûne hevalên neyar, lema ew xîret bi wan ra çênabe.
Seyid Riza û hevalên wî bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar