17 november 2025

Vê çixîzê kin bike!

Zanayekî mezin ê japonî li perava(qeraxa) deryayê li ser qûmê rûniştibû medîtasyon dikir.

Xortekî xwe nêzî wî kir, bi zimanekî şîrîn, lavakar jê ra got:
-Ji kerema xwe min wek şagirtê xwe qebûl bike.
Kalê zana, bala xwe da xort, bi tiliya xwe li ser qûmê xêzeke rast kişand û ji xort ra got:

-Vê çixîzê kin bike.
Xort, bi kefa destê xwe nîvê çixîzê jê bir.
Kalê zana got:
-Here fêr bibe û were.
Piştî mehek di ser ra derbas dibe, xort dîsa diçe ba kalê zana, dîsa eynî daxwazê jê dike.
Kalo, dîsa li ser qûmê bi tiliya xwe çixîzekê dikşîne û dibêje:
-Vê çixîzê kin bike.
Xort, vê carê bi kefa destê û xwe û bi zenda xwe ser vîvê çixîzê digire. Dibêje, min kin kir.

Kalê zana viya jî qebûl nake, dîsa ji xort ra dibêje:

-Here fêr bibe û were.
Piştî du mehan, xort dîsa dihere ba kalo. Dîsa dixwaze ew wek şagirt wî bigire ba xwe.
Kalê zana wek carên din, vê carê jî bi tiliya xwe çixîzekê li ser qûmê dikşîne, dîsa dibêje:
- Ferom, vê çixîzê kin bike.
Xort dibêje:
-Ez pir fikirîm, min şiklekî din ê kênkirinê nedît. Tu kin bike.
Kalê zana, çixîzeke hîn dirêjtir dikşîne kêleka çixîzê û dibêje:
-Nuha kin bû.
Ev çîrok, yek ji çîrokên di kultura japonan da sirrê pêşketina wan û felseya wan nîşan dide. Dibê însan baş bifikire, serê xwe baş biêşîne. Keşif, îcad bi rehetî nabin, bi dibê meriv kûr û dûr bifikire, xwedî felsefeyekê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar