17 november 2025

Mehmet Alî Aslan vê carê jî rozeta Partiya Refahê bi sînga xwe va kir


Mehmet Alî Aslanê du caran bûbû Parlamenterê HDP´ê yê Mêrdînê û Batmanê, tevî partiya Refahê bûye. Lawê Necmetîn Erbekan, Dr. Fatih Erbakan rozeta partiyê bi sînga wî va kiriye.

Ez matmayî nemam, Mehmet Alî Aslan bi rehetî kane here MHP´ê jî, AKP´ê jî. Kara wî tê da hebe, kane têkeve her boyaxê, bibe hevalê her kesî. Ji bo wî ya muhîm ne şexsîyet e, menfaet e. Ev teqleya wî, ev çerxa wî ya sed dereceyî  îspata vê yekê ye.

Heyfa min bi keda milet tê, bi ked û xebata bi hezaran kesên ji bo vî merivê nehêja xebitîn tê. Dema meriv vî rismî dibîne pir pê diqehere; ez pir pê qeherîm.

PKK´ê û  partiyên nêzî wê gelek kesên wek Mehmet Alî Aslan, kesên ne layiqî meriv wan bike bekçiyê zeviyê xwe, gavanê gundê xwe kirin parlamenter û dan ser serê kurdan.

Dibê ew werin rexnekirin, dibê ji wan hesab were pirsîn. Dibê ew li ser karê xwe nemînin.
Sûc ne yê Mehmet Alî Aslan e, sûc yên ew kirin parlamente e.

Mehmet Alî Aslan berê jî ne tu meriv bû, ne yekî dilpak û dilxwazê doza miletê kurd bû. Do çi meriv bû, îro jî ew meriv e.

Mêrik li dû kursiyekê û meaşekî daîmî bû. Kê ew bikira mebûs dibû hevalê wan. AKP´ê ew kiriba namzetê xwe ewê bi dil û can biba namzetê AKP´ê. Ji bo ku partiyeke din cî nedane wî ji mecbûrî çûye Refahê.
Ji bo ku meriv bizanibe Mehmet Alî Aslan çi meriv e, meriv carê tenê lê guhdarî bike bes e, meriv dibîne çi mal e, çi fêlbaz e.

Lê sûcê milet jî ne hindik e, partî kê dike namzet, qebûl dikin, didin ser serê xwe. Wek hilbijêr dibê meriv raya xwe nede her kesî, li dijî namzediya kesên ne layiq derkeve. 

Netîceya bêdengiya li hemberî her biryara partiyê ev e, meriv li ber keda xwe dikeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar