Salek di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye, meclîs hîn girtiye, hukûmet ava nabe.
Rûdawê bi manşeteke pir xweş û tam di cî da xeber daye,
gotiye:
”Kilîta Parlamentoya Kurdistanê hîn jî winda ye.”
Lê ya rast, kilîta Meclîsa Kurdistanê ne wenda ye, kilîtek di bêrîka Mesûd Barzanî da ye, yek jî di bêrîka
Bafil Talabanî da ye. Ew meclîsê venakin.
Sebeb jî li ser kursîyan û talanê li
hev nakin. Heger sebeb ne ev bûya hukûmet ji zû da avakiribûn.
Piştî salekê girtîmana meclîsî ne tenê skandaleke bêemsal e, ji bo serokên PDK´ê
jî û yên YNK´ê jî şermeke mezin e.
Lê ne xema wan e, meclîs qet venebe jî ne xema wan e. Herdu alî jî ji rewşê memnûn in, çimkî çerxa
wan digere.
Di vir da sûcê milet jî pir e. Li kîja welatekî din tiştekî wiha bûba miletê
serî hilda, tac û kursiyên musebîban tarûmar bikirana.
Lê ji ber ku kurd ne tu milet e lema bûne wek
keriyê li dû şivên. Şivan berê kerî bide ku, kerî ewê bide dû.
Tiştekî din jî, partiyên Kurdistana Bakur jî li hemberî vê sosiretê qet dengê
xwe nakin, serokên PDK´ê û YNK´ê rexne nakin.
Çimkî yên hev in, merivên hev in. Xurtên PKK´ê ne, tenê PKK´ê û DEM´ê rexne dikin, çavên wan, guhên wan ji PDK´ê û YNK´ê ra kor e kerr e.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar