18 november 2025

Gerek meriv xelkê bi karê xwe bihesîne

Çend roj in bi xêra reqlama podkasta Emer Farûk Baran(Perxudres Podkast)jimara xwendevanên bloga min Hindik-Rindik ne îş zêde bû, firiya.

Pitirpêr, 2591 kesî riya xwe bi bloga min xistiye, pêr 2289 e. do 1275 kesan bala xwe dane malpera min Hindik-Rindik. Tikandina îro 650 kes e. Pir baş e.

Diyar e bi rastî jî fêda reqlamê heye. Ji ber wê ye xelk bi milyaran dide reqlama xwe. Dibê meriv xelkê bi kar û xebata xwe bihesîne, meraqê bi însên ra peyda bike. Reqlam jî sineteke, her kes ji heqê vî sinetî dernayê.

Reqlama min belaş bû. Mala camêr ava be. Bi xêra podkasta wî haya gelek kesan ji bloga min Hindik-rindik çêbû.

Esas piştî 18 sal berdewamî ev tîraj ne pir e.

XXX

Di micadelê da gerek baweriya meriv ya biserketinê ji tirsa têkçûnê, ji tirsa biserneketinê zêdetir be.

Gava em bibêjin dijminê me xurt e, em nikanin pê, ji destpêkê me wenda kiriye.

Hemû serketin, hemû keşif û îcad di netîceya baweriya ezê, emê biserkevin da mimkûn bûne.

20 sal berê kê bawer dikir kurd li Sûriyê, li Kurdistana Rojava ewê werin vê nuxteyê, bi sedhezaran zarok û ciwanên kurd ewê bi zimanê xwe perwerde bibin û zanîngeha kurdî biqedînin?

Enerjî, sebat, îstîkrar, berdewamiya xebatê hemû zorî zahmetiyan, kelem û astengiyan têk dibe.

Ya emê heta û heta bindest bimînin û hêdî hêdî bibin tirk, ya jî emê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin heta em azad û serbixwe dibin.

Yanî taliya me, pêşeroja me girêdayî em îro çi dikin.

XXX

Berî her tiştî dibê bi serketina me baweriya me hebe, em ji xwe, ji micadela xwe bawer bin. Dema ev bawerî hebe meriv xwe dide xebatê, xebat jî meriv dibe serketinê.

Em pir nêzikî hedefa xwe, azadiya xwe bûne. Ji bo wê ye tirk ketine panîkê, dixwazin serî li me bigerînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar