18 november 2025

Jineke tirk: Ma tirkek tunebû tu pê ra bizewiciya?

Keçeke Ukranyayî çûye Tirkiyê, la Antalyayê rastî xortekî kurd hatiye, pê ra zewicî ye.

Jineke tirk jê pirsîye
Tu çima hatî vira?
-Min li Polonyayê zanîngeh xwend. Dû ra hatim Tirkiyê, Antalyayê. Li Antalyayê min û peyê xwe hev nas kir. Dûra hatim Stenbolê ji bo ku malbata wî nas bikim. Û em zewicîn.
-Mêrê te ji ku ye?
Ji Wanê ye.
-Wan ?

-Erê Wanê.
-Kurd e?
-Erê kurd e.
-Ma tirkek tunebû tu pê ra bizewiciya?*


Neyartiya tirkan ya li hemberî kurdan bi partî û siyasetmedarên irqçî, faşîst ne sînorkirî ye, li gorî tecrûbe û çavdêriyên min ji sedî 99´ê tirkan antî-kurd in. Lê kane hîn zêdetir be jî.

Ji bo ku keçika ukranî bi kurdekî ra zewicî ye bi jina tirk pir zor hatiye, gotiye ma çima tirkek tunebû tu pê ra bizewiciya?
Xwezî kurdan li ser vê meselê anketek kiribana. Bi bawwriya min mijareke hêjayî lêkolînê ye. Dibê em bizanibim ji sedî çendê tirkan ji kurdan nefret nakin, ne antî-kurd in.

*Vîdeoya tirkî di malpera Facebookê ya Azad Penaber da ye.


XXX

-Dema menfetên şexsî dikevin dewrê însan dibin xayin.

Niccolo Machiavelli

-Kes guh nade di deryayê da tu bi pêlaran ra çawa heşirneşir, serûbinî bûye, te keştî gîhandiye benderê ya na, li wiya dinêrin.

Vîctor Hugu

XXX

-Bi makyaja xwe û bi boyaxên ruyê xwe zêde nefire, rê jî xweş in lê di binî ra kanalîzasyon derbas dibe. Scarfece 

Gotineke rast e, hin însan bi maske û makyajê ruyê xwe yê rastîn vedişêrin. Gava boyax jê dihere, maske dikeve ruyê kurmî derdikeve meydanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar