Rûdaw, dev ji vê şaşiya xwe bernade, wek ajanseka biyanî qala kurdan dike. Gava kurdek dimre, dibêje filankesê kurd min ! Gotiye:
”Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Kutluyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.”
Diyarkirina qewmîyeta Berîvanê ne rast e.
Medya welatekî, miletekî gava li ser hemwelatiyekî xwe xeberekê dide qewmîyeta
wî pêve nake.
Ma dema medya Îraqê xeberekê li ser erebekî îraqî dide, dibêje ”filankesê ereb mir”?
Meriv navê wî, sinetê wî dibêje, ne ku ji kîjan qewmî ye.
Heger Rûdaw ajanseka tirkî, erebî bûya, bigota "Bêrîvana kurd" rast bû, çimkî qala yeka xerîb dike.
Heger Bêrîvan tirk ba, Rûdawê bigota ”siyasetmedara tirk Berîvan Kutlu mir” rast bû, lê diyarkirina nasnameya kurdan ne rast e. Meya Tirkiyê. Îraqê kane wiha bibêje, çimkî Bêrîvan xerîb e, lê ne rast e medya kurdî bibêje ”filankesa kurd mir”!
Fena Rûdaw ne ajanseka kurdî be, ajanseka biyanî be û qala
kurdan dike.
Kurdek tiştekî dibêje, Rûdawê bibêje, filankesê kurd wiha got !
Heyran, ne hewce ye hûn kurdbûna wî diyar bikin, nav têrê dike. Ajansa tu miletî di xeberên xwe da qewmîyeta hemwelatiyên xwe nabêje, meriv qewmîyeta xerîban dibêje.
Gorra Bêrîvan xanimê behişt be, Xwedê sebrê bide malbat û zarokên wê.
XXX
Tiştê ewê me bibe zaferê, ji bindestiya tirkan xelas bike
kar û xebata me, micadela me û biryardarî û sebata me ye.
Gerek em di micadela xwe ya ji bo azadî û serxwebûnê da ne
tirsonek, ne bêdil, wêrek û bi sebat bin.
XXX
-Ferqa di nabêna însanekî serketî û yên din da ne kêmasiya
hêzê, ya jî kêmasiya zanînê ye, kêmasiya îradeyê ye.
Vince Lombardi
-Zor û zahmetî bi gelemperî, bi piranî însanên ji rêzê ji
qedereke awerte, îstîsnaî ra amede dike.
C.S. Lewis
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar