20 november 2025

Kes azadîya me bi rehetî diyarî me nake

Kesên tirsiyan li dijî dagirkeran serî hildin, kesên bawer nekirin em kanibin zora dijminê xwe, zora dagirkerê welatê xwe bibin, ji bo wê jî xwe dan qoziyekê, xwe melisandin, li şerê nabêna miletê xwe û dagirkeran temaşe kirin, tim û daîm neheq û şaş derketin. Di dawiyê da mahcûb û şermezar bûne. Tarîx şahidê vê rastiyê ye. 

Yên li hemberî dijmin serî hildan, pir, hindik, zû dereng havilek kirin, ji miletê xwe ra tiştek bi dest xistin. Lê em hîn azad nebûne, hîn nebûne xwedî dewleteke netewî.

Dibê em li bende merhameta dijmin, hêzên dagirker nemînin, bi micadela xwe wan mecbûrî ser masê, mecbûrî dîyalogê, çareseriyê bikin. Ev yek bi xebatê dibe.

Bi rûniştinê, bi bêdengiya li hemberî dagirkeriyê em nikanin tu carî ji bindestiyê xelas bibin. 

Xelasiya me, azadiya me girêdayî xebata me ye. Riya herî dûr bi gava pêşî dest pê dike, karê herî zor bidestpêkirinê diqede. 

Dibê em li bende mûcîzeyan, firsendena nemînin, mûcîzeyan jî, fersendan jî dibê em bi xwe bixuliqînin.
60-70 sal berê rewşa me çawa bû, nuha çawa ye?
Li başûr, li rojava û li bakurê Kurdistanê îro çiyê me hebe giş bi saya xebatê û micadelê ye. 

Dibê em xwedî hedef û xeyalên mezin bin û ji ketin û rabûnê, ji biserneketinê netirsin. Em 99 necaran jî bisernekevin em mecbûr in cara 100´î jî biceribînin.
-Riya bidestxistina tiştê nemimkûn, girêdayî bawerkirina bi mumkûnbûna wê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar