Li ciyê rehetiyê ev kamilî, ev nermbûna siyasî, ev hurmeta
li hemberî Evdila Ocalan bi Devlet Bahçelî ra çênabe.
Miheqeq cî li wan pir
teng bûye, miheqe înformasyineke pir muhîm bi ber guhê tirkan ketiye.
Lema bi
van demagojî û teqlebaziyan dixwazin rê li ber azadbûna kurdên Kurdistana Rojava
bigrin.
Dibêjin şop şopa simê kerê ye, lê finas a Perê ye. Bahçelî dipeyive lê Erdogan li pişt e, ew wî dajo meydanê.
Bahçelî ajotine pêş, bi wî hin şeqlebaziyan dikin, lê Bahçelî ne bi serê xwe ye, Erdogan, dewlet van tiştan pê dide gotin.Devlet Bahçeliyê benê îdama Evdila Ocalan li ba dikir, davêt meydanê pir mecbûr nemîne nabêje ezê herim ber nigê Ocalan. Helbet viya ji bo selametiya dewleta xwe dibêje. Lê talûkeya çi ye, çima tirk wiha dikin min baş fêm nekiriye.
Gelo bêyî mesela Kurdistana Rojava pêşketineke din jî heye haya me jê tuneye?
Gelo tirk bi rastî baqil bûne, amadene xwe biguherin û mafê kurdan bidin?
Ez ne bawer nakim Bahçelî û erdogan hatine wê nuxtê...
Lê hêvî dikim ez şaş bim...
XXX
Li Stockholmê zivistanê, sar û seqemê û berfê dest pê kir.
Ji do da ye serma 3-4 derece di binê sifirê da ye, çend reşêşkên berfê jî erd
belek kiriye. Heger ne derew be gerek îşev, sibe berfeke baş bibare.
Li gelek derên din serma daketiye 30 derecê, wasite di riyan
da mane.
Li Stockholmê hîn tu berfeke pir nebariye, lê sar e.
Ez du seetan meşîyam, ne xema min bû. Xanimê taqet nekir, zû
ji min veqetiya, çû malê.
Min qazax û qapûtê zivistanê li xwe kiribû, lepikê min jî
post e, yê zivistanê ye. Gerek li xwe miqatebim, sermê negirim.
XXX
Meriv nikane her tiştî bi carekê da bi dest xîne. Hêdî hêdî,
gav bi gav meriv bi pêş dikeve, digihîje hedefa xwe.
Em nikanin welatê xwe bi carekê da xelas bikin, her mafê
biçûk yên em bi dest dixin me bêtir nêzî azadiya me dike. Dibê em tu qezencê
red nekin, biçûk nebînin.
Ji bo çareseriya hin meselan zêde wext lazim e, dibê ew dem
û ew seet were.
XXX
Meriv çi kar kir dibê jê hez bike, bi dil bike, xwe baş bidê.
Karê bêdil wek zewaca bêdil e, dûra xera dibe.
Di sîyasetê da jî sistî, dudilî meriv bihostekê jî pêş da
nabe.
Destê xebitî li ser zikê têr e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar