Hin caran ji meriv ra lê tê, şans, fersend tê li deriyê meriv
dixîne, meriv bi ser dikeve, digihîje armac û miradê xwe.
Lê gerek em bizanibin ji meriv ra her tim lê nayê, fersend her tim nayê ber nigê meriv.
Gava fersendê nehat li deriyê meriv nexist, dibê meriv deriyekî çêke û
fersendê bîne ber deriyê xwe. Ev jî bi xebatê dibe.
20-30 sal in ji me ra fersendek baş çêbûye, gupîne li deriyê me dixîne, dibêje de
kerem kin min bi kar bînin.
Lê heger em heqê vê lêhatinê, vê fersendê nedinê ewê wek çûkekê bifire here û belkî hetanî sed salê din jî riya xwe bi me nexîne.
Her tişt di destê siyasetmedar û serokên me da ne, heger ew jîr û erbabê siyasetê bin, ewê dest bidin hev û Kurdistana xwe, bingehê dewleta xwe ava bikin.
Ya jî ewê wek pêşiyên xwe bidin dû tirk û ereban û bindest û perîşan
bimînin.
XXX
Berfa îsal a ewilî ya Stockholmê erd sipî kir. Min jî ji
balkonê (şaneşînê)rismê xwe yê ewilî girt. Li vê herêmê zivistana me ya pêşî
ye, hela em binêrin ewê çawa derbas be.
Do xanimê potîna min a zivistanê ji mexzenê anî. Me haziriya xwe ya sermê kiriye, problem tune ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar