Weşanxaneya APEC´ê bi hevkariya ABF´a Stockholmê îro û sibe(22/23-11) li Stockholmê pêşengeha kitêban û rojên nivîskaran çêdike. Hezkiriyên edebîyatê ewê him kanibin kitêban bikirin, him jî li çend nivîskaran guhdarî bikin.
Bîstek din ezê herim wir, heta êvarî li wir bim.
Cih: ABF huset, Sveavägen 41, Stockholm, salon: Hjärtat
Saet: 12:00 – 16:00
Di îlanê da armanca pêşangehê wiha hatiye îzahkirin:
”Ji bo ku derfet ra were dayin nivîskar berhemên xwe pêşkêş bikin, bi
xwendevanan ra hevdîtinê bikin û beşdarî sohbetên li ser rola edebîyatê bibin.
Ev çalakî dixwaze edebîyata kurdî û swêdî bi diyalogekê bîne
ba hev, zarok, ciwan û malbat jê îlhamê bigrin û edebîyata kurdî kifş bikin.”
Çalakîyeke baş e, hêvî dikim gelek kes werin, kitêban bikirin, li nivîskaran
guhdarî bikin.
Îro hinekî sar e, berf li erdê ye, lê trafîqa Stockholmê bêproblem e, dixebite.
Erba min tuneye, wek her tim ezê dîsa bi trênê û metroyê herim.
xxx
Îro li Stockolmê pêşengeha kitêbên kurdî hebû. Sibe jî ewê
dom bikie.
Weşanxana APC´ê bi hevkariya ABF´ê(Komeleya Perwerdehiya
Karkeran) pêşengeh organîze kiriye.
Gelek kes hatibûn. Min gelek dost û heval dîtin.
Weşanxana APC´ê karekî baş kiriye, pîroz dikim. Rojeke xweş bû.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar