Profesorê felsefê Yasîn Ceylan, di dibistana Îmam Xetîbê da xwendiye, dûra beşê felsefê hilbijartiye, bûye Profesorê felsefê.
Prof. Yasîn Ceylan, di telewîzyona Haberturkê, di sohbeta xwe ya bi Kubra Parê ra li ser Îslamê û
hedefa misilmanan, îdeolojî û felsefeya wan çend tiştên muhîm û balkêş gotine. Min ji bersîvên wî beşekî
kin wergerand kurmancî.
Prof. Yasîn Ceyalan, li ser perwerdeya ciwanan gotiye:
”Misilman ne li dû bextewariya dinyewî ne, li dû bextewariya dinya din in.
Dema di zihnê însanekî da ev hebe ji bona çi ewê li vê dinyayê serketî be? Xebat, her tişt ji bo aliyê din e.
Îdîaleke îslamê avakirina medenîyeteke wek ya Rojava tune ye, îhtîmala wê jî tune ye.
Di medenîyeta Rojava da ilim, sinet, edebîyat, refah, şahî(neşe)şiîr filan tune ye. Îslam ne li dû civateke wiha ye.
Ez jî îdîa dikim heta ku bextewariya dunyewî tunebe serketin nabe, bextewariya dinyewî tunebe exlaq jî çênabe.
Însanê ne bextewar nabe merivekî bi exlaq, hez nake. Di nava kesên bedbexta da hevkarî jî nabe.
Ya ji ber ku ew însan ji bo axîretê dixebitin bextewar bin?
Li dijî tebîeta însên e, tebîeta însên bextewariya li vê dinyayê dixwaze. Yê nikanibe dinya xwe mikemel bike, kî dibe bira bibe bedbext e, ne bextewar e.”
Prof. Yasîn Ceylan Îslam xweş tarîf kiriye, jixwe heger ne wek wî gotibûya welatên îslam, miletên misilman nuha hewqasî ne paşdamayî û perîşan bûna, ji demokrasiyê, ji azadiyê hewqasî ne bêpar bûne, çavên misilmanan ewê tim ne li reva Ewrûpayê, Amerîkayê, Kanadayê û Awisturlyayê bûna.
Heta di Îslamê da reformeke radîkal nebe misilman li vê dinyê ewê tim wiha perîşan bin. dinya din jî derew e, lê bi milyonan însan ji vê derewê bawer dikin. Lê ne tenê bawer dikin, ji ber vê baweriyê bi pêş nakevin û neyartiya kesên ne ji dînê xwe dikin. Îslam, alim û rêberên wê nahêlin însan azad bifikirin, xwe biguherin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar