Heger di nava tirkan û me kurdan da jimara baqilan ji ya xêvan, ehmeqan zêdetir bûya...
Heger jimara başan ji ya xeraban zêdetir bûya...
Heger jimara wêrekan ji ya newêrekan pirtir bûya...
Heger
jimara kamilan, maqûlan ji ya cahilan zêdetir bûya, me yê hewqasî hevdu
neêşanda, me yê mesela xwe bi rengekî medenî çarser bikira.
Ewê bi rehetî, bi rengekî medenî azadiya me qebûl bikirana. Ewê hewqas zulm û xedarî li me nekirane.
Ewê hewqasî neyartiya me nekirana...
Ewê zimanê me yasax nekirine, navê welatê me, alaya me înkar nekirane.
Ji ber ku ne wiha ne, ji ber ku rewş belovacî vê ye tirk nayên rê, li her
çar perçên Kurdistanê bi harî neyartiya me dikin, didin dû siyasetmedarên zalim,
faşîstan, irqçî, kesên neyarên qewmê kurd…
Li dinyayê jî, di nava ereb û farisan da jî jimara xêvan, ehmeqan ji ya
jîran, zîrekan pirtir e. Lema rewş tim şer e, tim êrîşî me dikin.
Li dinyayê jimara pîsan ji ya bedewan pirtir e.
Jimara newêrekan ji wêrekan pirtir e.
Jimara xeraban, nerindan ji ya rindan, başan pirtir e.
Jimara tembelan ji ya xebatkaran pirtir e.
Jimara virekan ji ya rastgoyan pirtir e.
Meriv kane vê lîsteyê gelkî dirêjtir bike.
Ji bo wê jî Azîz Nesîn carê gotibû ji sedî 60 tirkan ehmeq in. Tirk pir qeherî
bûn. Heger texmîna Azîz Nesîn ne rast bûya tirkan hewqasî neyartiya me
nedikirin, nuha heqê me dabûn, ji welatê me vekişiya bûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar