21 december 2025

Profesorê dînê xwe di ser kurdbûna xwe ra digire

Profesor Îhsan Sureya Sirma kurdekî ji Sêrtê, ji qeza Perwarî ye, 81 salî ye; profesorê tarîxa îslamê ye. Kurmancîya wî pir baş e.

 Cara pêşî min navê wî di semposyûma Melayê Cizîrî ya li Cizîrê bihîst û lê guhdarî kir. Heta wê çaxê min navê wî nebihîst bû. Min meraq kir, xwest hinekî wî nas bikim.
Di Googlê da min bala xwe da çend nivîsên wî, hin hevpeyvîn û sohbetên wî.
Di heqê wî da min çend nivîsên bîyografîk xwendin. Hindik be jî min ew hinekî nas kir, fikrê wê, îdeolojiya wî fêr bûm...

Min bala xwe dayê Profesor Îhsan Sureya Sirma dîndarekî pir hişk e, pir radîkal e, Îslamê di ser kurdbûna xwe ra digire. Ji bo wî tiştekî ji Îslamê baştir, rasttir tune ye. Heger her kes wek wî tam misilman bûya li dinyayê tu gelş nedima.

Ya din merivekî ji bo miletê xwe tiştek nekiriye, tiştekî naxwaze. Ji bo wî dîn, Îslam di ser her tiştî ra ye, dibê misilman giş dev ji nîjadên xwe, dev ji nasnameyên xwe yên qewmî berdin, giş ala Îslamê bilind bikin û bibin UMETA Îslamê.
Ji bo 
Profesor Îhsan Sureya Sirma, UMETA Îslamê di ser her tiştî ra ye, zimanên cihê, rengên cihê, nîjadên cihê ne muhîm in, dibê meriv dev ji wan berde,ji bo UMETA Îslamê bixebite.
Îslamîstên kurd, hin hêz ne têda, piranî wiha ne, ji miletê xwe ra tiştekî naxwazin, bûne leşker û xizmetkarên dînê Îslamê.
Piraniya çepên kurd bi şaşiya xwe hesiyan, nuha bûne kurdperwer, lê piraniya îslamîstên me hîn leşkerên Îslamê ne.

Profesor Îhsan Sureya Sirma gotiye, ”dijminê dinya îslamî ya herî mezin nasyonalîzim e, ev nasyonalîzim ketiye pêşiya dîn. Berê biratiya dînî hebû, nuha tune ye. Her kes bi nîjada xwe dipeyive, halbû nîjad(irq)nisbî ye.”
Yanî nîjad, qewmîyet ne daimî ye, ya daimî, ebedî dîn e, ji bo wê jî dibê meriv ne nîjada xwe, yanî kurdbûna xwe, dînê xwe, Îslamê di ser her tiştî ra bigire.

Li ser Îslamê belkî 30-40 kitêbên wî hene. Lê li ser miletê xwe kitêbeke wî jî tuneye. Min nedît.
Çimkî ji bona wî îslam, dîn di ser qewmîyeta wî ra ye. Lema jî ji bo kurd û Kurdistanê kevirek nedaye ser kevirekî, hemû zanîna xwe, enerjîya xwe kiriye xizmeta dînê Îslamê.
Mêrik bûye profesor, bi çend zimanan zane, 30-40 kitêb li ser çîrok-mîrokên ereban nivîsîne, lê li ser miletê xwe tu lêkolînek nekiriye, tu eserek nenivîsîye.

Min li hevpeyvîna wî ya di VAV Tv´ê da hinekî temaşe kir. Di wê hevpeyvînê da li Fransayê yekî ereb jê ra gotiye, ”tu tirk”î?
Wî jî gotiye, ”erê ez tirk im.” Di hevpeyvînê da pir rehet dibêje ez tir kim.
Îslamîstên tirkan, ereban, farisan giş welatên xwe, miletê xwe, zimanê xwe diparêzin, profesorê me nîjada xwe vedişêre, dibêje ez tir kim. Û ji bo ku kurd û Kurdistanê neparêze qewmîyetê red dike, dîn, îslamîyetê ji înkara xwe ya kurdbûnê ra dike maske.
Dîndarên ereb, faris û tirkan bi zimanê xwe dinivîsin, azadî û serxwebûna miletê xwe di ser baweriya xwe ra, dînê xwe ra digrin, tu çima wek wan nakî?
Kurd ne bi Îslamê, ne bi dînê xwe, bi nîjada xwe, bi zimanê xwe, bi kultura xwe miletekî cihê ne, ne ereb, ne faris û ne tirk in.
Kurd berî Îslamê, dema ne misilman bûn jî hebûn. Kurdên ne misilman jî hene. Dîn, bawwriyeke, îdeolojiyek e, meriv kane dev jê berde, here ser dînekî din.
Lê nîjad ne wiha ye, em nikanin wek milet bibin ereb, faris, tirk, bûlgar, rûs û alman.
Lê ji bo Prof. Îhsan Sureya Sirma kurdayetî ne muhîm e, dibê ne muhîm be, ya muhîm û sereke Îslam e, dibê em ji kurdbûnê bêtir li Îslamê xwedî derkevin. Ji bo ku ew ji bo kurd û Kurdistanê karekî neke, daxwazeke netewî neke, Îslamê ji newêrekîya xwe ra dike maske, bi vî hawî xwe ji xezeba dewletê diparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar