22 december 2025

Me tarîtî li pey xwe hîşt, êdî ronahî tê...


Do(21ê Kanûnê), roja zivistanê ya herî tarî û herî kin û şeva herî dirêj bû. Lê wek xatirxwestineke xweş li seranserê Swêd rojê xwe nîşan da, bû wek rojeke biharê.

Balkona me di ronahiyê da îhya bû, meriv kanîbû xwe bida ber rojê, tavê. Ronahî ji tarîtiyê xweştir e.
Ji nuha û pê da tarîtî û şevê kin, ronahî û rojê dirijtir bibe. Swêdî îro li derve bûn û pir kêfxweş bûn.

Li Kurdistanê me qala vê guherînê nedikir, em jê bêhay bûn. 
Li Swêd biçûk, mezin her kes vê guherînê baş zane, li zarokxaneyan, li dibistanan li ser vê guherîna tebîetê dipeyivin, li ser sitran û şiîr hene. Telewîzyon, radyo qalê dikin, bi meteorologan ra, bi 
însanan ra hevpeyvînan dikin.

Telewîzyonê ji derên cihê hin dîmen belav kir, bi xelkê ra peyivîn. Însanan xwe dabûn ber rojê, ji kêfa difiriyan.

XXX

Di meclîsa Tirkiyê da tirkên CHP´ê û yên AKP´ê bi hutik, kulmuzk û bonqizan dev û pozên hev di nava xwînê da hîştin, hevdu kel û kût kirin. Bira li hev xin, şalê bêtir bi hev kevin, qira hev bînin. Ne gelşa me ye.

Hêvî dikim kurdên me xwe tevî şerê wan nekin û wan ji hev neqetînin jî.

Şerê wan şerê dê û dotê ye, sibe ewê li hev werin û bi hev ra şerê me bikin.

XXX
Emer Farûk Baran, di vê Podcasta Perxudresê ya li ser Rêya Teze û Rohat Alakom da sipasîya alîkariya bloga min Hindik-Rindik kiriye. Mala wî ava be.

Podcastên Emer Farûk Baran giş, yek ji yekê xweştir in. Di vê podcastê da hûnê rojnameya Rêya Teze û nivîskar Rohat Alakom baştir nas bikin.

XXX

Navê Noam Chomsky jî di belgeyên Epstein da derbas dibe, rimsê wî jî pê ra heye.

Navê wî di belgeyan da bi çi hawî derbas dibe, risim li ku, bi kîjan minasebetê hatiye girtin ez nizanim.

Lê ji ber ku rismekî Chomsky bi Epstein heye, ya jî dostên hev bûne nabe îspata Chomsky jî pedofîl e. Ev yek ji kesên din jî derbas dibe.

Epstein yekî pedofîl bû, pir zengîn bû û gelek însanên bi nav û deng nas dikir.

Bi ya min her kesên Epstein nas kirine, pê ra dost û heval bûne, pê ra rismên wan hene nabe îspat û delîlê gişan zanîbûn Epstein pedofîl e û wan jî îştîrakî sûcên wî, pîsiyên wî kirine.

Carnan hevalên meriv, dostên meriv pir xerab û pîs derdikevin, diz, sextekar, heta qatil derdikevin.

XXX

Dezgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)di rapora xwe da gotiye, li Sûriyê, li çend derên cihê di nava 72 saetan 17 sivîl hatine kuştin.

Sebeb tirk in, tiliya wan di van kuştinan da heye. Heta Sûriyê û Kurdistan di bin dagirkeriya Tirkiyê da ne mimkûn e li Sûriyê şer û teçxele rawestin, aramî û rehetî çêbibe. Tirk heska fêsadiyê û nerindiyê ne.

Bêtalihiya me ya herî mezin em ketine tora miletên ji medenîyetê, ji demokrasiyê bêpar. Qîra bi don in, em bi heft qalib sabûna Nizibê xwe jê bişon jî pak nabin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar