Demeke hin tirk wek kûçikên har diewtin kurdan. Berê li Bûrsayê di maçeke futbolê da ji Leyla Zana ra bi tempo, wek silogan xeber dan.
Hin siyasetmedar û serokên partiyên tirk xebera ji Leyla Zana ra hatiye dayin
parastin, pîncên xeber dane pîroz kirin, gotin we baş kir, halan di wan hildan.
Yê qedrê diya xwe bizanibe ji diya xelkê ra xebera nade, yê namûs pê ra
heqaretê li namûsa jinekê nake.
Xeberdana ji jinekê ra ne mêranî ye, hur bênamûsî, bêşerefî ye. Yê bi xwe ne bênamûs be ji namûsa jinekê ra xeber nade.
Wezîrê Karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdanê cahş, xayinê qewmê xwe jî her roj gefê li kurdên Kurdistana Rojava dixwe, dibêje gerek HSD, YPG bêqeyd û şert teslîm bibe..
Hakan Fîdan, wezîrê parastinê Yaşar Guler û serokê MÎTê
Îbrahîm Kalin îro çûne Şamê. Erdogan-Bahçelî, ev girregirrên dewletê ji bo ku Ehmed Şara tu
mafekî kurdan ê netewî qebûl neke şandiye. Tirk nahêlin kurd û ereb li hev
bikin.
Her ku miletê kurd nêzî azadîya xwe dibe, mahcirên Kafkasan û Balkanan,
pêsekiniyên tirkan bêtir bi kurdan da diewtin.
Kurdên welatparêz, partiyên kurdan bersîva van çeqel û çuqulan dan. Lê ji
kurdên di nava partiyên tirkan da hîn deng tuneye.
Dibê kurdên di nava CHP´ê, AKP´ê û partiyên jî bêdeng nemînin, li dijî heqaretên li Leyla Zana hatine kirin derkevin û ji Umît Dîkbayirê gotiye gelê kurd tune ye tiştekî bibêjin.
Bêdengiya kurdên di cepheya tirkan da cesaretê didepîncên, çeqelên tirk.
Dibê meriv li hemberî yekî hebûna miletê meriv înkar dike bêdeng nemîne, xwe
kerr û lal neke.
Bêdengmayina di rewşên wiha da ne tenê cesaretê dide tirkên
neyarên kurdan, ji alî exlaqî jî ne rast e, şerm e.
Bênamûs bi rehetî dev ji êrîş û heqaretên li kurdan dikin bernadin, dibê tirsê,
reaksîyonê bibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar