23 december 2025

Kurmancî bûye seriyê hin kes li ser fêrî berberiyê dibin

Rûdawê gotiye, ”dê dema peywira Komîsyonê du mehan were dirêjkirin.”

Min fêm nekir ”peywir” çi ye?
Kurmancîya min a kevn, a milet têra vê kurmancîya nuh, naylon nekir.
Min li ferhenga Glosbê nêrî, ”peywir” wezîfe bûye.
Yanî ewê wezîfa komîsyona xapandinê du mehan dirêj bikin.
Berê ”vatinî” hebû, diyar ji ”vatiniyê” aciz bûn, îcar ”peywir” çêkirin”.
Belkî hin navên din jî hene haya min jê tune ye.
Bi "peywirê" jî nasekinin, ewê çend sînonîmên din jî çêkin. Çimkî ziman ji bo wan bûye wek lîstokekê.

Kurmancî di destê medyaya kurdî û hin kurdên bêmesûlîyet da ketiye êlemanê, kurmancî bûye wek seriyê hin kes li ser fêrî berberiyê dibin. 
Ji berber ra jî nabêjin berber, dibêjin "porbir, pirîbir, porkurker" û "sertiraş" !
Berber jî ne bi erebî ye, ne bi tirkî ye, navdêreke bi îtalî ye. Ferq nake, hin kurdên me pê qayil nabin, gerek navdêreke din çêkin.

Piranî jî kesên behdînî, kurdên Kurdistana Rojava û hin kurdên nuh pê ketine, bûne rojnamevan û nivîskar. Herî bêtir ew peyvên fabrîkasyon yên milet jê fêm nake bikar tînin.
Min fêm nekir çima hewqasî li dijî
Gelo ji 40-50 milyon kurd çend kes zanin ”PEYWIR” çi ye?
Di her xeberekê da çend gotinên naylon, meriv jê fêm nake hene.
Kê ev gotin çêkiriye, koka wê ya etîmîlojêk çi ye?
Asîmîlasyon ne bes e, medya me deformasyon jî lê zêde kir...
Mala Mahmûd Lewendî ava be, camêr hatiye hawara min, gotiye: 

"Peywir bi min halê xerabûyî ya PEYREWa pehlewî (Payram/payrem) û farisî ye, maneya wê jî kesê ku taqîb dike, kesê ku dişopîne, kesê ku li pey diçe, carna tê maneya şagird jî."
Yanî tu têkiliya "peyrew"ê bi wezîfeyê tune ye. Gotineke bi farisî ye û maneya wê jî pir cihê ye, nabe meriv di dewsa wezîfewyê da bi kar bîne. 
Lê ji bo nezanan ne muhîm e, ji bo wan şeb û şekir yek e. Berpirsiyarên Rûdawê, redaktorên wê gerek hewqasî jî kurmancî rezîl nekin !!!

XXX

Sibe êvara JULê(Noelê)ye, dusibe jî Jul e, yanî cejna swêdiyan a herî muhîm e. Lê ji bêşansiya swêdiyan ra berf baş nebariye, hindik e, erd baş ne sipî boz e.
Berfê erd hinekî sipî kiriye, lê ne berfeke pir e, roj derketiye, serma sifir derece ye. Ji bona swêdîyan di Julê da berf pir muhîm e, TOMT´e di berfê da li malan digere û diyariyên zarokan belav dike. Jula/Noela bêberf moralê wan xera dike. Hêvî dikim hinekî din bibare, erdê baş sipî bike. Lê dîsa jî ji tunebûnê baştir e.
Di Julê da bi kirîna diyariyan xelk xwe dirûçikîne, dikandar tê da dimînin.
Xanim çû ber zarokan, ez jî dikim derkevim meşa xwe bikim.
Ez bîstekê meşiya û hatim mal. Li derve kêf kêfa zarokan bû, bi taxûkê xwe şûş dikirin.

XXX

Tirk dixwazin kurdên Kurdistana Rojava jî wek kurdên Kurdistana Bakur bikin bindest.

Ne tirk bûna kurdan û erebên Sûriyê nuha li hev kiribûn. Tirk nahêlin Ehmed Şara statuya kurdan qebûl bike. Sûriye di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye.

Neyarên kurdan yên herî har, herî êrîşkar tirk in, nahêlin kurd li Sûriyê azad bijîn. Belayek pir mezin e. Emê ji vê bela mezin çawa xelas bibin ez nizanim!

XXX

Çeteyên hukûmeta Şamê li Helebê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê êrîşî kurdan kirin. Jinek hatiye kuştin, çend kes jî birîndar bûne.

HSD çû hawara kurdan, çete paş da vekişiyan. Wezareta parastinê ya Sûriyê gotiye şer rawestiya ye.

Ev îşê Tirkiyê ye, heyta Tirkiyê (wezîra karên derve, serokê MÎT´ê û wezîrê parastinê)îro li Şamê bûn. Bi îhtîmaleke mezin wan ev biryar daye. Çimkî li Sûriyê çeteyên çekdar ji Ehmed Şar bêtir girêdayî Tirkiyê ne.

Yanî def di hustuyê Ehmed Şar da ye, qolik di destê Erdogan da ye.

Erdogan-Bahçelî ji bo ku daxwazên xwe bi HSD´ê, PYD´ê bidin qebûlkirin ewê tim şer derxin, tim êrîşî kurdan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar