Îro li Swêd Şeva, Erefa Noelê ye. Swêdî ji Noelê ra dibêjin JUL.
Noel, roja jidayikbûna Hz. Îsa ye. Xiristîyan vê rojê wek cejnê pîroz dikin. Li ba xiristîyanan cejna herî muhîm ev cejn e.
Li dora sala 300´î hin dêran(kilîseyan)biryar dan roja
jidayikbûna Hz. Îsa di 25´ê kanûnê da(25/12) pîroz bikin.
Li gorî wan Hz. Îsa ne di
24´ê kanûnê da, di 25´ê kanûnê da ji daya xwe bûye.
Lema xiristiyan giş Noelê di eynî rojê da pîroz nakin. Hinek di 24´ê kanûnê da, hinek jî di 25´ê kanûnê da pîroz dikin.
Dêra Rojava, Swêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norwec, Polonya, Portekîz, Macaristan û li hin deverên Swîsrê, Almanya û Awistiryayê îro yanî di 24´ê kanûnê da tê pîrozkirin.
Lê xiristinyanên din Noelê sibe pîroz dikin, çimkî li gorî wan Îsa di 25´ê
Kanûnê da bûye.
Nuha li Swêd bajar vala ne, her der xirr û xalî ye. Sibe roja Noelê ya pêşî ye,
bêyî dikanên xwarinê her der girtî ye.
Îşev swêdî diherin malên hev, xwarina Julê bi hev ra dixun, têr vedixun û
diyariyên xwe belav dikin.
Ji bo swêdîyan roja herî muhîm JUL e, miheqeq diherin serdanên dê û bavên xwe û
diyariyên JuL´ê didin hev.
Yên nikanibin herin, bi postê diyariyên xwe dişînin.
Di JuL´ê da şandina kartên pîrozbahiya Julê jî gelkî muhîm e, adeteke pir kevn
e.
Me jî haziriya şîva Julê kriye. Xanima Rojenê me swêdî ye, ew û zarokên xwe ewê werin. Emê diyariyên zarokan bidinê û bi hev ra şîva Julê bixwun..
Jula(Noela)neviyên me, ya nas û dostên me yên swêdî pîroz be !
Jag önskar alla mina svenska vänner, gamla arbetskamrater en
riktigt God Jul !
XXX
Hin kes bûne wek gayê cot, ne kişî meşên ser xwe dikin, ne
ji yê hevalan.
Miletê wan li Kurdistana Bakur û Rojava di bin êrîş û
zulmeke mezin da ye lê temaşe dikin, dengê xwe nakin.
Tirk ne bes bûn, çeteyên sûrî jî li wan zêde bûn. No li me
bûn zo.
XXX
Yek ji mîmarê şer û êrîşên ser kurdan, wezîrê karên derve yê
Tirkiyê Hakan Fîdan gotiye, ”ewê nehêlin li Sûriyê kaoseke uh çêbibe.”
Mêrik mîmarê kaosê ye, nahêle li Sûriyê şer raweste, rehetî çêbibe,
di ser da xwe wek aştîxwaz nîşan dide.
Bêrûtî, vir, bêexlaqî bi pera bûya vî heramzadeyî ev derew
nedikir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar