Ez û Husamettîn Turan di Facebookê da hevalên hev in. Carnan min bala xwe dida nivîsên wî, lê baş û ne bi xwşikî. Îro min parvekirina wî ya li ser Dayika Taybet û ya li ser heqareta li Leyla Zana bûye xwend. Tavilê bala min kişand.
Min bala xwe dayê camêr kurdperwerekî pir zane ye, dijminê xwe, tarîxa xwe, miletê xwe baş nas kiriye û di her nivîsa xwe da xweş li neyar dixîne, çavên nezanan vedike. Merivekî tam li gorî dilê min e. Kêfa min pir jê ra hat.
Min dest pê kir çend nivîsên wî yên di malpera Rûdawê, di beşên tirkî da xwend. Min hin nivîsên wî yên kurmancî xwendin.
Nivîsên wî yek ji yekê xweştir bû. Her yeka min xwend, min xwest yeka din bixwînim. Kurmancî, tirkî giş jî mikemel bûn, fena nîşangirê derba wî tu carî li fûtê neçe, tim li hedefê xîne.Meriv çawa kane meseleyên hewqasî muhîm di nivîsên pir kin da, di rûpelekê da û him jî bi teşbîh û metaforên, bi numûneyên pir xweş, pir bi îsabet binivîsîne ez bûm heyran. Meriv dibêje erê wele, çi xweş gotiye !
Qet dirêj nake, lê tim jî li hedefê dixîne.
Ji ber ku hetanî nuha min ev camêr xwşikî, bi dûzan taqîb nekiriye ez xemgîn bûm. Ji nivîsên kesên wiha meriv tiştekî fêr dibe, aqilekî jê digire.
Di medyaya sosyal da hebûna kesên wiha ji bo keç û xortên me, ji bo miletê me wek dermanê çavê kul in. Dibê meriv nivîsên kesên wiha belav bike, bixwîne, bide xwendin.
Ez nivîsên bi tirkî parve nakim, lê nivîsên Husamettîn Turan, çi tirkî, çi kurmancî, bi dil û can tewsîyeyî xortên me û her kesî dikim.
Her nivîseke wî wek derbeke tu berra bedena neyar bidî bi fêde ye. Zanîna meriv zêde, asoya meriv firehtir dike.
Nivîsên wî giş him di malpera wî ya Facebookê da, him jî
di malpera Rûdawê beşê tirkî da hene. Nivîsên wî yên bi kurmancî hene.
Vî nivîskarê kurdperwer, vê qelema xurt, mişt zanîn bixwînin, taqîb bikin. Ji
dêlî meriv di medyaya sosyal da wexta xwe bide leqleqên vala, bêfeyde, pir
dirêj, nivîsên wî camêrî bixwîne hezar qatî baştir û bi feydetir e.
Pêşniyara min, dibê ew wan nivîsên xwe yên bi tirkî, bi kurmancî jî binivîsîne.
Ew nivîsên xweş gerek bi kurmancî jî hebe.
Heyfa wan nivîsan bi tirkî ne, tirkî zengîn dikin û bi sedhezaran didin
xwendin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar