Hin însan hene rebenan pir çikûs in, kom dikin, kom dikin ji hinên din ra dihêlin, ji kesên li bende mirana wan in ra dihêlin.
Pêşiyên me gotine, ne dixwe, ne dide hevalan, genî dike davêje newalan. Dibê meriv bixwe, genî neke. Lê rast û çep belav jî neke...
Dibêjin li gorî hin çavkaniyên Îslamê çikûsî ji ber zeîfiya îmanê ye, comerdî
jî zengîniya dil e.
Ez bi xwe îşê xwe ji vê teoriyê îslamê naynim, lê bi ya min jî çikûsî ne baş e. Lê comerdiya zêde jî ne rast e, bi zirar e.
Di vî warî da ez û xanim hin caran li hev nakin, ez yekî
hinekî destbela me, heger hebe dixwazim tu hesretê bi xwe ra nehêlim. Xanim
bêtir bi tedbîr e, tim dixwaze min firên bike.
Carnan pêlifirênkirina wê lazim e, baş e bi feyde ye.
Dibêjin zirara merivê çikûs ji kara yê cumerd zêdetir e, bi ya min rast e.
Lê dîsa jî dibê meriv qîmeta perê xwe bizanibe, bolviriya zêde bi zirar e.
Pere, bi taybetî di extîyariyê da ji meriv ra pir lazim dibe.
Hebe meriv him kane
pê ezîz bimîne, him jî çêyiyê bike.
Lê gava tunebe meriv perîşan dibe, tunebûn
zor e. Gava tunebe meriv viya baştir ferq dike. Di jiyana xwe da min ew derd pir
dîtiye, pir kişandiye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar