18 december 2025

Dijmin pir bûn

Sofî ji xanima xwe pîrê pir aciz bûbû, bi hêrs jê pirsî, got:

-Ma tê bîra te, gelo kê ez ji te ra dîtim?
Pîrê got:
-Ma ez çi zanim kî bû, xêrnexwaz û dijmin pir bûn...
 

Te çima dizî kir?
Hevalê mêrik jê pirsî, got:
-Min qet ji te nedipa, te çima dizî kir?
-Ez ji pite pita jinikê pir aciz bûm, min got ez herim çendakî têkevim hefsê, ji pite pita wê xelas bibim. Lê ji şansê min î xerab ra hakim cezayê hefsa malê da min. Ez bikutim şansê xwe yê xerab.


Şikir em ne ehmeq in

Pîrê bi meraq ji sofî pirsî:

-Te çi jahr belav kir ku pûlis tu anî malê?
-Xanim, barê min giran bû, min got ez wenda bûme, riya mala xwe dernaxînim. Pûlisan ez bi erebê anîm malê. Şikir, em feqîr in lê ne ehmeq in.

Kalê baqil

Cîranê mêrik jê pirsî, got:
-Gelşa nabêna te û cîranê te çi ye, çima li te gilî kiriye?
-Min jê ra got, min narkotîka di nava êzingan da veşartiye. Qey wî jî çûye xeber daye emnîyetê. Pûlis hatine êzingên min hûr dikin.

Gorra Fîrewn

Mêrik ji xanima xwe ra got:
-Dibêjin heger gorra Fîrewn were dîtin qiyametê rabe.
Jinikê got:
-Ê bira lênegerin, ma ehmeq in lêdigerin?

Pîrê bi hêrs ji kalê xwe ra got:
-Telefonên baqil derketine, erebeyên (wesîteyên)baqil derketine, robotên baqil derketine, mêrên baqil çima dernakevin?
-Heger derketana hûnê giş di mal da bimana…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar