Tiştê nehîştiye yahûdî(cihû) li tu derê
asîmîle bibin dînê wan e, sînanogên wan e. Yê me kurdan jî zimanê me ye. Ne
zimanê me bûya ji zûda em di nava tirk, ereb û farisan da helîya bûn, bûbûn
faris, ereb û tirk.
Yê me kurdan zimanê me rola dîn lîstiye, em ji tirkan, ereban û farisan
cihê kiriye, nehîştiye em bihelin, bibin ereb, faris û tirk.
Profesor, etnolog Hacî Akman di axaftina xwe ya fûara kitêban a Weşanxana APEC´ê da got, hezar(1000)sal e yahûdî li Îngilistanê hene, lê hîn jî nehelîyan e, hebûna xwe didomînin.
Sebebê vê yekê jî bi dînê wan, bi hebûna sînagogên wan îzah kir. Got sînagogên(kenîşteyên wan)nehîşt ew asîmîle bibin.Ev tespîteke rast e, dîn dibe wek zirxeke li bedena însanan, miletan, wan ji asîmîlasyonê diparêze.
Ne li Îngilistanê tenê, li her welatî sînagogê, dêrê, mizgeftê nehîştiye însan di nava miletekî din da bihelin.
Asûrî-suryanî, ermenî, elewî, êzdî jî bi xêra dînên xwe di nava ereb, faris, tirk û kurdan da nehelîyan, hebûna xwe hetanî îro parastin.
Dîn her tim ev rola zirxê, mertêl lîstiye, nehîştiye, însan milet di nava civatên din xerîb, ne ji wan da bihelin.
Baş e çi ewê me kurdan ji asîmîlasyonê biparêze?
Dînê me wek dînê yahûdiyan nikane me
biparêze, çimkî dînê me û yên dagirkerên welatê me yek e.
Îslamê, mizgeftê em ji asîmîlêasyonê, ji tirkbûnê neparastiye, nuha jî naparêze û nikane
biparêze jî.
Çimkî dînê me û yê dijminên me yek e, em bi hev ra diherin eynî mizgeftê, ji
eynî Pêxemberî û ji eynî kitêbê bawer dikin.
Îslamê ne tenê em ji helandinê ne parastiye, belovacî wî em rehettir krine tirk, ereb û faris.
Yê em parastine zimanê me ye. Bi xêra zimanê xwe em bûne xwedî edebîyateka netewî, muzîka kurdî, dengbêjên, nivîskarên, şairên kurd. Em bûne xwediyê bi hezaran eserên bi kurdî, ev eserên kurdî ruhekî netewî dide me û me ji ereb, tirk, farisan cihê dike.
Ne ziman me bûya ewê edebîyata me, muzîka me, kilamên me, şiîra me, çîrok û xemîşokên me, Mewlûda Kurdî jî tunebûya.
Her tiştê me ji dagirkerên welatê me(tirk, ereb, faris) cihê dike ne dînê me ye, zimanê me ye.
Bi asîmîlasyonê ra tu tiştê me tirkan cuda bike, ji helandibê biparêze tune ye.
Ya xerab, ne dînê me û yê dijminên me tenê yek e, rengê me jî, coxrafiya me jî ne cihê
ye.
Ev yek jî dibe sebebê em di nava tirkan, farisan û ereban da rehettir asîmîle
bibin.
Yê yahûdiyan sînagogê ew parastin, nehîşt ew bi tevayî bihelin, baş e emê çawa
xwe biparêzin, çi yê nehêle em asîmîle nebin, wek miletê kurd nemînin?
Bi baweriya min ew jî tenê zimanê me ye, gerek em zarokên xwe bi kurdî mezin
bikin, gerek zimanê me yê malê, yê bazarê, yê siyasetê, yê edebîyatê û yê her
warê jiyanê bi kurdî be. Heger ev nebe em mahkûmî asîmîlasyonê ne.
Kurdên 300-400 sal berê ji Kurdistanê derketine, li alî Derya Reş, li gelek
bajarên din yên tirkan bi cî bûne ji ber ku zimanê xwe, kurdî parastine di nava
tirkan da nehelîyane.
Lê kurdên di van 30-40 salên dawî da koçî
metropêlên Tirkiyê kirin, ji ber ku zimanê xwe neparastine piraniya wan helîyan
e, piştî nifşek, du nifşên din giş tirk in.
Ev yek li Kurdistanê jî wiha ye, ji bo kurdmanê coxrafya tenê têrê nake, dibê kurdî jî were parastin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar