Alîgirên taximê futbolê yên Zaxoyê di dengdana FIFAyê da bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.
FIFAyê îro di malpera xwe ya fermî da diyar kir alîgirên
taximê futbolê yên Zaxoyê di dengdana FIFAyê da bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.
FÎFA´yê taximê futbolê yê Zaxoyê layiqî xelata "FIFA Fan Award"ê (Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê) dît.
Taximê futbolê yê Zaxoyê û alîgirên wê, dildar û hezkirên wê
bi dil û can pîroz dikim û ji wan ra serketinê dixwazim.
Serketina we pîroz be !
XXX
Ev çend meh in me televîzyoneke nuh kiriye, telewîzyone me
super e, lê em zanin baş bi
kar bînin. Em tenê li çend kanalên xeberan temaşe dikin.
Heta nuha min nizanîbû li You Tube jî temaşa bikira.
Îşev lawikê me Rojen nîşanî min da. Ez fêr bûm ezê çawa You
Tube vekim û çawa li muzîk û programên kurdî temaşe bikim.
Ji kêfa ez ji programekê yekê diherim ser yeka din. Di You
Tubê da temaşakirina li muzîkê, li govendê û kilîpan pir xweş e, fena meriv li
sînemayê li fîlmekî temaşe bike.
Nezanî xerab e.
XXX
Tu mar berra hundurê boriyê jî bidî mar rast nabe, tu çi
bikî jî dêla(teriya)kûçik rast nabe. Hin kes carê bûne şelafên, zurnevanên
tirkan, tu weqîyek sîr û pîvaz têxî bîvila wan jî ne xema wan e, nabênijin (napişkin)!
XXX
Sitrana Miradê Kinê Nofa
Ez bawer nakim li dinyayê tu zimanekî din da li ser
dildariyê teswîreke wiha muhteşem heye. De îcar bi kurmancî bi hezaran sitranên
wiha hene.
Gerek li ser van babet sitranan lêkolînên edebî, folklorîk
werin kirin.
Embara van babet sitranan Nisêbîn e, herêma Torê û Binxetê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar