16 december 2025

Şans

Ka vêsê bi çend pêkenînan ez bibêjim siba we bi xêr. Jinik ji mêrê xwe pir qeherî bû, ji hevala xwe ra got:

-Du şansê mêr heye, ya ewê rastî jina pak, bedew were, ya jî ewê rastî jineka ne xweşik were.
Lê yê jinan ne wa ye, mêrê ga heye, hirç heye, xenzîr heye, êzing heye, heye û heye…

Xwezî em mêr bûna

-Xwezî em em ne jin, em mêr(peya) bûna. Çi xweş e, dilê te tune ye, mejuyê te tune ye, hisên te tune ye; oxxx, çi xweş e yaw..

Her tiştî zane
-Xwişka Fatma, sinetê mêrê te çi ye?
-Profesor, tuxtor, hergûlok e. Her tiştî zane yanî, li ser her tiştî fikrê wî heye…

Bûye hecî
Jinikê bi meraq ji peyê xwe pirsî:
-Berî tu herî Hecê te ji min ra tim digot ez ji te hez dikim, cergî tu ji Hecê hatiye tu nabêjî. Sebeb çi ye, qey tu ji min xeyidî ye?
Mêrik got:
-Xatûn, ez êdî bûme hecî, nikanim derewa bikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar