15 december 2025

Li Idlibê kuştina 4 leşkerên Sûriyê dezînformasyon e

Li gorî xebera Rûdawê li Idlibê xwedêgiravî êrîşî hêzên hukûmetê kirine, çar leşker hatine huştin yek jî birîndar e.

Ez dibêjim ev xeber derew e, dezînformasyon e, ji bo ku ku êrîşa pêr ya li hemberî leşkerên emerîkî, kuştina du leşker û tercumanê amerîkî ji hustuyên xwe derxin ev derew li hev ragirtin.
Senarîstê vê xebera derw, vê dezînformasyonê jî Tikriye ye. Dixwazin bi vê dezînformasyonê, bi vê xebera asparagas bibêjin êrîşkar û qatilê leşkerên emerîkî ne ji me ye; binêrin va ye Daîş êrîşî me jî dike, me jî dikuje. 

Lê belge û risim hene, qatil di nava HTŞ´ê da yekî payebilind e, hevalê Colanî ye, rismên wan bi hev ra belav kirin.
Dûra berpirsiyarên hukûmeta Colanî jî qebûl kirin êrîşka kesên ji hêzên emnî ne û xwedêgiravî 11 kes hatine girtin. Bi baweriya min girtin jî derew e.

Tirk hosteyên dezînformasyonên wiha ne. Her tiştê nuha li Sûriyê li dijî kurdan û li dijî hêzên hevpeyman bi emrê Tirkiyê dibe. 

”Daîş” bêyî haya tirkan nikane xîçekê jî bavêje ji kurdan da û ji leşkerên Amerîkayê da.
Jixwe Daîş navekî sexte ye, tiştê dibêjin Daîşê kiriye HTŞ ye, çeteyên di bin kontrola Tirkiyê da ne. 

Tirkiye gava êrîşekê, karekî bi wan dide kirin, dibêje Daîş e. Li gorî rewşê navekî bi kar tînin. Lê têxin husuyê kê jî giş çeteyên girêdayî Tirkiyê ne, bi emrê Tirkiyê dikin.

Li Sûriyê erê def di hustuyê Colanî (Ahmed el Şara) da ye, lê qolik di destê Erdogan da ye.
Li Sûriyê hukmê Erdogan ji yê Colanî zêdetir e; heta ez kanim bibêjim bêyî haya Erdogan û leşkerên tirk, MÎT´a tirk, Colanî nikane tu biryarê û tu emrî bide, dibê zilamên Erdogan tesdîq bikin.

Kurdistana Rojava ne bi temamî, lê Sûriye bi temamî di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye. 

Heger ne di bin dagirkeriya Tirkiyê da bûya Tirkiye ewê ji Efrînê, ji Serê Kaniyê, ji Girê Sipî, ji Minbicê, ji Idlibê û gelek derên din vekişiya. 

Bi dehhezaran leşkerên tirk li Sûriyê hene û Colanî newêre qala hebûna wan bike.

Tirkiyê, Sûriye dagir kiriye, hukûmet û artêş di bin merê Tirkiyê da hereket dikin, ji bo wê jî her tiştê li Sûriyê dibe, her êrîşa li hemberî Hêzên Hevpeyman dibe Tirkiye jê berpirsiyar e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar