14 december 2025

Heger kurdekî li Tirkiyê 15 tirk bikuşta û 30 kes jî birîndar bikira tirkan ewê çi bianîna serê kurdan?

Terorîstên îslamîst li Awisturalyayê di cejna yaûdiyan da qetlîameke mezin kirin, 15 kes kuştin 30 kes jî birîndar kirin.

Ji dinya misilman deng dernayê, kes vê wahşetê cidî, ji dil mahkûm nake.
Serokên ewrûpî jî ji tirsa îslamîstan, misilmanan, wahşên di nava xwe da newêrin xweşikî dengê xwe bikin, newêrin mesajeke cidî bidin hêzên îslamî û yên li pişt wan.
Gişk wek pisikan new newa wan e, bi beyanên vala, tirsok antîsemîtîzmê şermezar dikin. 

Heta ku serokên ewrûpî ev tirsonek bin qetlîamên wiha ewê tu carî kêm nebin. Ev tirsonekîya serokên ewrûpî cesaretê dide terorîstên îslamî, wan aşûnî dike. 

Ew zanin ew çi bikin ji wan ra dimîne, civata wan, miletê wan, malbatên wan tu zirarê, nerehetiyê nabînin. Ewê çend salan li ser xwe xwedî bikin û berdin

Ez ji we dipirsim, heger kurdekî li Tirkiyê qetlîameke wek ya Sîdniyê kiriba, 15 tirk bi vê namerdiyê kuştibana, 30 kes jî birîndar kiribana, tirkan ewê çi baniya serê kurdan, serokên tirk , medya tirk nuha li dijî kurdan çi dikirin, çi digotin?

Destên xwe bidin ser ûjdanên xwe û bersîva vê pirsê û ferqa ”gawirên” we xwe avêtine dexlê wan û misilmanan bidin !

Heger kurdekî qetlîameke wiha li Tirkiyê ya jî li Îranê, li Sûriyê, li Îraqê kiriba tirkan ewê çi bianiya serê kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar