28 november 2025

Ji Sadî Şîrazî çend gotinên xweş

Min got vêsê jî ez bi çend gotinên Sadî Şîrazî(1210-1292)dest pê bikim. Ev gotinên manîdar wek hingiv û gezo ne. Him xweş in, him jî meriv îlhamê û aqil jê digre.
-Şaşiya însên jê ra neyê gotin, ewê wer bawer bike qebheta wî huner e.
-Kesên bê xaye dijîn, bê nesîb dimînin.

-Hîleya dijmin a herî mezin dostiya wî ye.
-Dibê em zarokên xwe wek berxan mezin nekin, ji bo ku dû ra wek mîhan neyên çêrandin.

-Ez nabêjim nekeve bahrê. Ez dibêjim heger tu yê têkevê, gerek tu tehamulî tofanê jî bikî.

-Her daristanê vala nehesibîne, belkî di taldeyekî da pilingek razaye.

-Du tişt ruhê însên tarî dike; li dera dibê bêdeng be axaftin û li dera dibê bipeyive bêdengman.

-Heta însan devê xwe veneke, nepeyive, eyba wî jî, hunera wî jî dizî dimîne.

-Minasebeta te ya bi însên ra dibê wek minebeta te ya bi êgir ra be. Tu xwe jê pir dûr xînî tu yê biqefilî, tu xwe pir nêzik bikî tu yê bişewitî.
-Tehemul destpêkê bi te wek jahrê xuya dibe, lê belê piştî reh berde tebîeta te ewê bibe hingiv.
-Exlaqê xwe ji dijminê xwe guhdarî bike; di çavê dostê te da her titştê te xweş e.
-Ne bi qasî derdora xwe biêşîne sert be, ne jî bi qasî cesaretê bidî yên hember nerm bibe.
-

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar