Di jiyanê da, di micadela siyasî da şaşî, zor û zahmetî tim ne xerab e, ji meriv ra dibe tecrûbe, meriv zanetir, xurttir dike, berê meriv ji şaşiyan dûr dixîne, berê meriv dide riya rast.
Yanî tengasî, rojên giran her tim ne xerab e, carnan kane bi fêde be, meriv bi
pêş da bibe, bibe pûsile.
Di van 40-50 salên dawî da me gelek şaşî kirin. Me hevaltiya hêz û însanên
antî-kurd kir, di netîceyê da ev yek ji me ra bû ders, bû sebebê em şiyar bibin, dev ji fikir û
îdeoliyên ne li gorî me, li zirara me berdin, werin ser xeteke netewî, bêtir
bibin merivên neteweperwer.
Aqilê me yê îro 50 sal berê bi me ra hebûya, me yê karên baştir kiriba; em nedibûn sovyetçî, çîncî, arnawitçî, me yê wexta, enerjîya xwe bida fêrbûna zimanê xwe, tarîxa xwe, edebîyata xwe, nuha em di rewşke hîn baştir da bûn.
XXX
Selîm Temo, li ser şiîra tirkî û nijadperestîya tirkan
axaftineke muhteşm kiriye. Ji bo ku lê rast hatim kêfxweş bûm.
Camêr poetîka tirkî û nîjadperastiya wan baş ji hev vençirî
ye, hilika wê derxistiye.
Bixwînin, hûnê pir jê hez bikin.
XXX
Balafirên Koalîsyona Navnetewî li qeza Idlibê Kafr Takharim
depoyeke cepbilxana HTŞ´ê(Heyet Tahrîr eş-Şam)bombebaran kiriye. Nuha tirk pir
li ber ketine. HTŞ çekdarên Ahmed Şar e, lê bi qasî wê jî girêdayî Tirkiyê ye.
XXX
Swêd û Sûriyê li hev kirine. Swêd ewê gelek çeteyên, sûtalên
sûcdar teslîmî Sûriyê bike. Nabêjin çawa li hev kirine, çi dane Sûriyê. Ez
bawer nakim Sûriyê bêpere, belaş bigire. Miheqeq swêdîyên çend milyon kron bera
bêrîkên zilamên Colanî bidin.
Serokê Somalîyê jî belaş qebûl nekir, swêdiyan çend milyon
dan wan jî.
Berê çeteyên xwe dişînin, dû ra bi bertîlê paşda digrin.
Li Ewrûpayê berpirsiyarên tu welatî wek Swêdiyan nezan,
cahil, totikvala ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar