30 november 2025

Gerek meriv şeb û şekir ji hev bigerîne

Ev demeke dagirkerên welatê me pir xweş dikin, bi gotinên vala xwe şîrîn dikin, dibêjin vê carê emê tiştên baş bikin. 
Lê li fizê hîn tiştekî berbiçav tune ye, tenê leqleq e. Hêvî dikim tenê ne demagojî be, vê carê bi rastî jî gaveka cidî bavêjin.
Gerek serokên me, siyasetmedarên me bi gotin û sozên dagirkerên welatê xwe nexapin, ji rûkenî û samîmîyeta zû vi zû bawer nekin. Ya muhîm ne gotin e, praktîk e. Dagirkerên welatê meriv tu carî xêra meriv naxwazin.

Heger di gotinên xwe da samîmî bûna ewê mafên me yên netewî, perwerdeya bi kurdî qebûl bikirana, di meclîsa xwe da axaftina kurdî yasax nekirana.

Merivê baweriya xwe bi kê bîne, bi kê neyne dibê baş bi dîqet be, şeb û şekir jî pir dişibin hev, lê ne yek in, yek şeb e, yek şekir e...

XXX

Hin camêr di siyasetê bi tu tiştî, bi tu karê xelk dike razî nabin, tim rexne dikin, tim kêmasiyekê tê da dibînin.
Lê riyeke baştir jî pêşniyar nakin. Nabêjin meriv çi bike ewê baştir be!
Rexnekirin têrê nake, dibê meriv alternatîfeke baştir jî nîşan bide. Gava ew neyê kirin tu feydeyeke rexneyê jî tuneye.

Bêguman di karê dibe da kêmasî hene, dibê meriv wan kêmasiyan, şaşiyan bibêje. Lê pê ra jî pêşniyareke baştir bike.

Dijminên me ji me xurttir in, em nikanin hemû mafên xwe bi wan bidin qebûlkirin. Em kanibin ji wan çi bigirin baş e, li kara me ye.
Lê belê hedefa me helbet dibê tim serxwebûn be, avakirina dewleteke kurdî be.

XXX

-Ji yekî diçe tu carî nepirse ji bo çi diçe? Wî, hinceta xwe berî bawila xwe hazir bike amade kiriye.

Gassan Kanafani

-Di vê jiyanê da tu her tiştî bi tena serê xwe fêr dibî. Bêmerhemetî ne tê da. Miheqeq yekî din wê fêrî te dike.

Al Pacino

-Kesê têkiliya xwe ji te qut kiriye sûcdar meke. Belkî bêyî te bextewar bûye.

Max Horkheimer

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar