Ez û xanim vê êvarî mîvanê neviyên(torinên) xwe bûn. Neviyê me yê biçûk Leo Ronî 4 mehî ye me hîn pê ra rismek negirtibû. Me îro pê ra rismê xwe yê ewilî girt. Ew jî, em jî pir memnûn bûn.
Çend roj berê ez bi vê neheqiya me hesiyam, min ji xanimê ra got, me neheqiyeke
mezin li Leo Ronî kiriye. Me miamela lawê dêmariyê pê ra kiriye.
Me bi birayê wî yê mezin Oliver Aras ra ji biçûkatî dest bi girtina risman kir. Lê me ew hetanî nuha îhmal kir.
Yanî ev şêla me piçekî dîskrîmînasyon e, me miamela lawê dêmariyê bi lêwikê feqîr ra kiriye.
Dema min Ronî girt himêza xwe, Aras dexisî, bi lez hat ba min, destê xwe di serê wî da, xwest ew jî were himêza min.
Lê naxîne, lê meriv ferq dike jê diheside, serê xwe dide ser serê wî, dixwaze bi dostî biêşîne.
Pir normal e, çimkî Ronî dewsa wî girtiye, êdî ne ew, em Ronî dikin himêza xwe, ji wî bêtir bi Ronî mijûl dibin. Ev yek ne bi dilê wî ye. Lema fersendê bibîne dixwaze bi dostî lêwik biêşîne.
Şabûna bi nevîyan new ek ya ewlad e, hestekî din e, pir xweş e. Bi taybetî jî dema meriv teqawit e(xaneşîn e) lîstika bi nevîyan ra hestê ciwanniyê bi meriv ra çêdike, meriv xwe xort his dike.
Nevî(torin), diyariya zarokên meriv ya herî xweş, herî bêemsal e.
Piştî vê nivîsa min, bavê Ronî, lawikê me Rojen, çend rismên me berê bi Ronî ra girtine ji min ra şand. Nedihat bîra min, lema di nivîsa xwe da min got ev rismê cara ewil e. Hiş nemaye...
Ji wan risman jî evê jêr lê zêde dikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar