Meha çû(meha borî) 47823 carî bloga min Hindik-Rindik hatiye tikandin, yanî hatiye xwendin. Ev jimar jî rojê ji 1500 tikandinê zêdetir dike. Ji bo min tîrajeke pir baş e.
Piştî reqlama min a di Perxudres Podcastê da xwendevanên min zêde bûn.
Berê tikandin, xwendina bloga min Hindik-Rindik rojê di nabêna 200-300´î da bû. Bi xêra podcasta Omer
Farûk Baran, xelk zêde bi hebûna bloga min hesiya, xwendevanên min zêde bû. Hin
rojan xwendin bi ser 5 hezarî ket.
Ya din jî kurd êdî bi çend zimanan dixwînin. Ev yek jî wexta însên pir bi qîmet dike, nivîsên ne balkêş naxwîne.
Ne ji bona xwendevanên min zêde bibin, ji bona nivîsên min bi qalîte bin, ez hertim tiştê ji destê min tê dikim. Ez tu nivîsa xwe nakim suxre.
Lê hin mesele, hin mijar bêtir kêfa însanan jê ra tê, lema bêtir tên xwendin. Yanî meriv kane bibêje bikirên, mişteriyên hin tiştan, hin mijaran pir in. Hin mêwe bêtir xelk jê hez dike, bêtir tên xwarin. Ev yek ne sûcê darê ye, girêdayî tahma devê însên e.
Hêvî dikim kanibim vê tîrajê mihafeze bikim, xwendevanên xwe kêm nekim.
Lê helbet bi hêviyê tiştek hel nabe, girêdayî nivîsên min e.
Lê gerek xwendevan jî bizanibin her roj nivîsîn ne karekî rehet e, jê ra wext lazim e. Û dibê meriv her roj bikanibe mijarên xweş û balkêş bibîne. Ew jî ne karekî rehet e…
Gotin heger hûn aşî bibin hûn bi baûêşê nekevin. Min jî bawer
kir, çû du derzî li xwe xist. Û ev cara duduya ye dîsa bi bapêşê dikevim. Do
dest pê kir, îro halê min ji ber tune ye.
Diyar e aşî-maşî vir e, meriv li hemberî tu nexweşiyê naparêze.
Belkî jî derziya wan, aşiya wan av bû, lema tu fêda wê negihîşt
min. Îşev ewê xew nekeve çavê min.
Dibê ez îsrehet bikim, lê ez bi xwe nikanim, dibê her roj tiştnan
binivîsînim.
Halê xanimê ji yê min xerabtir e, du hefte ye jê pak nebûye, wer fişkefişka wê ye û dikuxe jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar