Gotin, peyv him kane bi feyde be, jiyanê li meriv rehet bike,
dost û hevalan ji meriv ra çêke, him jî kane bibe bela serê meriv, jiyanê li
meriv bike zindan, dijminan ji meriv ra peyda bike.
Merivê ne xwediyê gotina xwe bêrûmet e, kes jê bawer nake, kes qîmetê nade sozên wî.
Ji bo wê jî berî gotin ji devê meriv derkeve, dibê meriv baş bipîve, baş biwezinîne, dûra bibêje. Gotina hat gotin bi paş da nayê. Li ser gotinê çend gotinên xweş.
Gotinên dirêj meriv dike gêjGotinên ne ji dil naçe dil
Gotin rehet e, huner zahmet e
Gotin rehet e, kirin zahmet e
Her mange tê dotin, her gotin nayê gotin
Gotin û kirin dûrî hev in
Gotin neynika însên e
Dema tu sozê didî ecele meke, çimkî soz namûs e.
Gotin heye dikeve dewsa duayê, gotin heye dikeve dewsa beduayê, nifirê.
Gotin heye wek derman e, gotin heye wek jahr û zahferan e.
Gotin heye dil xweş dike, gotin heye jiyanê reş dike.
Ziman e yê însên bextewar dike, ziman e yê însên berbat dike.
XXX
Li Minbicê û li hin derên din ên Sûriyê ereban li dijî
kurdan meşên protestoyê kirin, di mitîngan da heqaretên mezin li kurdan kirin,
ji kurdan ra gotin hûn ”boyaxçî ne” !
PYD´ê, ENKS´ê ji serokê Sûriyê Ehmed Şera xwestine li dijî
van heqaretên li kurdan hatin kirin rabe û şêla xwe zelal bike.
Bêdengnemana kurdan, reaksîyona serokên partiyan baş e.
Lê Ehmed Şar çi bibêje derew e, durûtî ye, ew jî wek wan
kesên din difikire; ew jî bi qasî wan neyarê miletê kurd e.
Ereb, tirk tu carî ji dil nabin dostên kurdan, xêrxwazên
kurdan.Gerek serokên kurd vê rastiyê baş bizanibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar