Ji ber ku Mesûd Barzanî çend pêşmergeyên çekdar wek parêzvan bi xwe ra anîbû Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Şirnexê-Cizîrê, tirkan qiyamet rakirine.
Ji şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan, Oktay Saral bigire, heta bi berdevkê AKP´ê Omer Çelîk, serokê MHP´ê Devlet Bahçelî, partiyên tirk, medyaya tirk, bi sedan siyasetmedar û rojnamevanên tirk, waliyên Şirnexê rexne dikin, dibêjin walî, hukûmetê gerek tiştekî wiha qebûl nekirina; gerek nehîşta Mesûd Barzanî hêzeke çekdar bi xwe ra bîne welatê me...
Hêrsa tirkan, qîjewîja wan, rexneyên wan ne ji ber şaşiyeke protokolê ye.
Berpirsiyarên Tirkiyê di serdanên xwe yên Kurdistana Başûr da her tim parêzvanên xwe, hêzên xwe yên çekdar bi xwe ra dibin, lê gava kurd eynî tiştî dikin bi wan pir zor tê. Çimkî kurdan biçûk dibînin, di mistewa xwe da nabînin.
Her tiştê, her sembola kurdî wan dîn dike.
Tirk, tehamulî dîtina tu sembeloke, tu tiştekî kurdan wek miletekî cihê nîşan
dide nakin, naxwazin bibînin.
Dîtina her tiştê kurdan ji tirkan cihê dike, kurdan wek miletekî din nîşan dide
wan dîn dike. Tirk naxwazin tiştekî mexsûsî kurdan hebe. Ji folklorê bigire
heta bi muzîkê, bi kincan û bi zimên ji hemûyan nefret dikin.
Naxwazin ala kurdî bibînin, navê Kurdistanê bibihîzin.
Heta şalşapikên Mesûd Barzanî, kincên kurdî, muzîka kurdî, folklora kurdî,
bihîstina kurdî, navên kurdî wan har dike, mahciriya wan tîne bîra wan.
Heger jin, mêr giş dev ji lixwekirina kincên modern berdin, kincên kurdî li xwe
kin, tirk ewê qebûl nekin.
Çimkî qiyafet jî nasnameyeke me ye. Folklor, ziman, muzîk jî nasnameyên
kurdbûnê ne. Me ji tirka cuda dikin.
Çimkî kincên kurdî, girêdana kurdî nîşan dide em ne tirk in, em kurd in, ji bo
wê jî girêdana me û tirkan ne wek hev e.
Nahêlin em ala kurdî bi serbestî hildin; çimkî me ji wan cihê dike, ew
semboleke me ya netewî ye.
Li dijî navên kurdî ne; çimkî navên kurdî nasnameyeke me û tirkan ji hev
digerîne.
Ji bo wê jî tirk li hember navên kurdî tim astengî derxistine, nehîştine kurd
bi serbestî navên kurdî li zarokên xwe kin.
Di sala 1976´a da min bi zor, piştî biryara mahkimê navê lawê xwe kir AZAD.
Nufûsê, qeymeqamê Wêranşarê qebûl nedikir, digotin navekî din lêke.
Helbet min qebûl nekir.
Yanî bi kinî, zimanê me, muzîka me, navên kurdî, ala kurdî, folklora kurdî,
kincên kurdî tirkan pir aciz û bêhuzûr dike.
Çimkî ziman, folklor, muzîk, kinc, al, nav kurdbûna me derdixe pêş, ev yek jî
wan dîn dike.
Sebebê aciziya wan ji çend pêşmergeyên bi Mesûd Barzanî ra ne ji ber sîlehên
wan e, ji ber armeya milê wan e, ji ber ALA KURDISTANÊ ye.
Heta ji kincên Mesûd Barzanî jî pir aciz bûne, heger mimkûn ba ewê bigotana bi
van kincan neyê, bi qatlix û qerawêtê were; ji bo ku kurdbûna wî xuya neke.
Ji nuha û pê da dibê serokên kurd di hevdîtinên xwe yên bi tirkan ra kincên kurdî
li xwe kin. Ereb di hemû hevdîtinên xwa da bi fîstan, ebe û çefî û egal in.
Mîrê Siûdî li Qesra Sipî jî bi fîstan, ebe, çefî û egal bû. Dibê serokên kurd
jî wek ereban bikin, bi tirkan ra tim bi kincên kurdî hevdînan bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar