Mesûd Barzanî vê carê li hemberî rexneyên tirkan û bi taybetî jî li hemberî gotinên serokê MHP´ê devlet Bahçelî bêdeng nemaye, bersîveke baş û bi cesaret daye Devlet Bahçelî.
Pir baş kiriye, bêdengiya serokên partiyên me cesaretê dide tirkan, wan bêtir bêhurmet, bêperwa dike.
Gerek serokên kurd li hemberî êrîş û heqaretên siyasetmedarên tirk bêdeng nemînin.
Mesûd Barzanî vê carê bêdeng nemaye, bersîveke pir baş daye serokê MHP´ê(partiya hereketa milîyetçî) Devlet Bahçelî.Hukûmeta AKP´ê ji vê bersîva Mesûd Barzanî pir aciz bûye, Mesûd Barzanî rexne kirine.
Heta bigihîje Bulent Arinç jî piştgirî daye rexneyên ji ber hebûna parêzvanên çekdar li Barzanî tên kirin.
Gelekan gotine, bersîva Mesûd Barzanî daye Devlet Bahçelî nayê qebûlkirin.
Ev rexneyên Devlet Bahçelî û berdevkên hukûmeta AKP´ê nîşan didin, hukûmet di
mesela ”pêvajoya nuh” da ne samîmî ye, li dû teslîmgirtina PYD´ê û HSD´ê ye.
Dibêjin em çi bibêjin gerek kurd wek me bikin û li hemberî heqaretên me jî bêdeng bimînin.
Çimkî kurdan biçûk dibînin. Gava kurd bersîvê dide wan, bi wan pir zêr
tê, har dibin.
Hin beşên bersîva nivîskî ya ofîsa Mesûd Barzanî daye Devlet Bahçelî wiha ye:
”Devlet Bahçelî li ser zîyareta Mesûd Barzanî ya ya Cizîrê û
beşdariya wî ya Sempozyûma Melayê Cizîrê mixabin dîsa bi aqilekî şovenîst
peyivîye. Gotinên ne li gorî tu urf û adetê, ji kesî ra xizmetê nake serf
kiriye.
Me, bawer dikir Xwedê Devlet Bahçelî aniye hîdayetê, dev ji
irqçîtiyê, şovenîzmê berdaye. Lê belê tiştê xuya dibe ew hîn jî Gurê Bozê berê
ye, tenê ketiye postê mîhê.”
Li ser parzêvanên Barzanî yên çekdar jî ev numûneya jêr hatiye
dayin:
”Ya din jî, her cara berpirsiyarên Tirkiyê yên meqamên bilind
Herêma Kurdistanê ziyaret dikin, hêzên taybet ên Tirkiyê jî tim bi wan ra tên û
tu carî problem çênebûye..”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, gotiye:
”Wezareta Karên Hundur li ser serdana Mesûd Barzanî ya Cizîrê û belavbûna
dîmenên parêzvanên wî dest bi lêpirsînê kiriye.
Dîmenên parêzvanên çekdar ên Barzanî dîmenên ne xweş bûn.
Wezareta Karên Hundur dest bi lêpirsînê kiriye.
Tirkiye xwedî wê hêzê ye wî
biparêze.
Gotinên Barzanî yên li ser Bahçelî nayên qebûlkirin."
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar