Beyana ofîsa Mesûd Barzanî do li ser gotinên Devlet Bahçelî belav kir di nava hukûmeta AKP´ê û MHP´ê da bû sebebê aciziyeke pir mezin.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ji beyana ofîsa Mesûd
Barzanî ya li ser gotinên Devlet Bahçelî belav kiribû pir aciz bûye, ji Mesûd
Barzanî ”îzahat” xwestiye, gotiye:
”Ez dixwazim diyar bikim, em daxuyaniyên bêrêz û bêhed ên do serokê MHP´ê birêz
Bahçelî kiribû hedef qet qebûl nakin. Di heqê meselê da me nerehetiya xwe diyar
kir, me îzahat xwest. Dibê ji vê şaşiya giran vegerin.”
”Metna hatiye belavkirin ji alî naverokê û uslûbê nayê qebûlkirin. Me ji serokatiya PDK´ê di heqê vê beyana bêhurmet û provakatîf da îzahat xwestiye û dibê di heqê berpirsiyaran da tavilê tehqîqat were kirin.”
Ev gotinên Erdogan û wezîrê karên derve yê Tirkiyê tê maneya wan xwestiye Mesûd Barzanî beyana li ser navê wî hatiye belavkrin red bike û berpirsiyarê beyanê ceza bike. Dibê Mesûd Barzanî sebebê vê beyana ”bêhed û bêhurmet” ji tirkan ra îzah bike, yanî lêborînê ji Devlet Bahçelî bixwaze.
Hela em binêrin Mesûd Barzanî ewê çi bersîvê bide van daxwazên tirkan.
Heger PDK eşkere Erdogan û Bahçelî memnûn neke, tirk ewê reaksîyoneke tûjtir nîşan nîşan bidin.
Çimkî tim dixwazin gotina wan di ser ya kurdan ra be, tim kurd hustuyên xwe li ber wan xwar bikin, tim ji ber wan daxun.
Tirk naxwazin vê hakîmîyeta xwe ya
psîkolojîk zeîf û xera bikin. Dixwazin kurd tim ji wan bitirsin, tim ji ber wan daxun, heqaretên wan daqultînin.
Hêvî dikim Barzanî, PDK beyaneke xerab nede.
Ji van beyan û gotinên tirkan xuya dibe "pêvajoya nuh" a derewîn nêzî dawiyê dibe. Çimkî nêta tirkan tuneye zirniqekî jî bidin kurdan.Tirk li dû teslîmgirtina HSD´ê û PYD´ê bûn, gava dibînin ev yek ne mimkûn e, PYD, HSD gurra Evdila Ocalan nake, sîlehên xwe telîmî çeteyên celad nake, ewê dev ji "pêvajo, mêvajoyê" berdin û dest bi êrîşan bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar