04 december 2025

Ecibandina karekî yekî meriv nake hevalê wî

Gava meriv karê yekî, beyaneka wî diecibîne, teqdîr dike, dibêje sipas ji bo vî karê te yê baş, nayê maneya meriv bûye hevalê wî, di fikrê wî da ye, tarîxa wî, secera wî diparêze.

Ya jî gava meriv karekî siyasetmedarekî, beyaneka wî, têkiliyeke wî rexne dike, ev jî nayê maneya meriv neyarê wî ye, li dijî her kar û xebata wî ye.
Hin kes vê yekê fêm nakin, gava tu xebata yekî, beyaneka wî diecibînî, destegê didê, hinek dibêjin, ev çi durûtî ye, te berê ev camêr rexne dikir, nuha jî tu pesnê wî didî. Ev çawa dibe? Dibê meriv bi îstîkrar be, filan û bîvan…

Ya jî, gava tu yekî ji ber karekî wî, ji ber beyaneka wî rexne dikî, dîsa hinek dibêjin, ev çawa dibe lo? 

Te berê pesnê filan karê wî da, te ew bi ezmanan xist, nuha jî tu rexne dikî, dixî binê erdê, filan û bîvan…
Di siyasetê da însan her tim tiştê rast, tiştê baş nake, carnan çewtîyan jî dike, hinê caran tiştê şaş jî dibêje. Di rewşên wiha da rexnekirin rast e, hewce ye; heta bi feyde ye jî.
Lê ev yek nayê maneya merivê heta mirinê tim dijminatiya wî, dijminatiya partiya wî bike.
Rexne jî, pesin jî dibê li ser kar û xebatê be, gava yekî karekî baş kir, tiştekî rast got, dibê meriv teqdîr bike, kêfxweş bibe.
Û gava şaşî kir, normal e meriv fikrê xwe bibêje, rexne bike.
Ev yek ne bêîstîkrarî ye, hevaltiya rastiyê û başiyê ye, diristî ye, dilpakî ye, rastgoyî ye.
Meriv ji tiştê, ji karê baş ra dibêje baş e, teqdîr dike û yê şaş û xerab ra jî naecibîne, rexne dike.
Heta ji min tê ez wiha dikim. Ne murîdî tu îdeolojiyê, tu partiyê, tu serokî me. Ji bo min ya muhîm fêda kurd û Kurdistanê ye. Kî ji bo kurd û Kurdistanê karekî baş bike ez pê kêfxweş dibim û dibêjim mala te ava be.
Rîsipîtiyê, porsipîtiyê, salan hin însanên me kamil û baqil nekirine, 40, 50 sal berê çi bûn, hîn jî ew in, misqalekî neguherîne û bi viya jî îftîxar dikin. Hevalên wan çi bikin baş dikin, rast dikin û yên din jî tim şaşiyê dikin.
Li hemberî çewtiyên hevalên xwe, serokê xwe, partiya xwe bêdeng e, li hemberî yên din bilbil e, çelziman e.
Hin norm, hin nirx û qîmet hene meriv diparêze, tu carî dev ji wan xislet û normên xwe yên exlaqî bernade. Wek diristiyê, dilpakiyê, rastgoyiyê...
Lê fikrê cuda, siyaseta cuda dibê nebe sebebê neyartiya ebedî, yekî ne ji fikrê meriv karekî baş bike jî meriv li dij be ya jî ji nedî va were. Li hemberî karê baş bêdeng be.
Ez bi xwe wiha nafikirim. Gava siyasetmedarek, partiyek karekî li gorî min rast dike, ez diecibînim, teqdîr dikim.
Ev nayê maneya ez her karê wî, tarîxa wî rast dibînim, bûme hevalê wî. Karê şaş dibînim jî rexne dikim, fikrê xwe dibêjim.
Gava partiyên me nêzî hev dibin, hevkarî û dostiya nabêna xwe xurt dikin, kêfa min tê, pesnê wan didim. Lê gava dijminatiya hev dikin pê xemgîn dibim û rexne dikim. Hedîse ev e, ez wiha difikrim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar