Do êvarî hevalên me yên hêja Mahmûd Lewendî, Nîmet Aydin û xanimên xwe mîvanên me bûn.
Ji edetên me yên baş yek jî gava yek xaniyekî nuh dikire, meriv dihere pîroz
dike, dibêje bi xêr be, hûn bi xêr û xweş tê da bijîn. Edeteke xweş û baş e.
Camêran do êvarî bi diyariyên xwe hatin mala me şên kirin, dilê me xweş kirin.
Me bi hesret qala hin bîranîn û serpêhatîyên xwe yên wan salan kir, em têr kenîyan.
Serpêhatiyên zaroktiyê, xortaniyê pir xweş in, di extîyariyê
da ew çênabin.
Di extîyariyê da sermiyanê meriv çîrok, bîranîn û serpêhatiyên dema zaroktiyê û
xortaniyê ne, meriv tim ji wî tûrikî bi eşq hin tiştan wek şîraniyê derdixîne, bi
rengekî nostaljîk qal dike.
Me jî şeva çûnî wer kir. Me çend serpêhatiyên xwe xwe yên destpêka mahciriya xwe ya Swêd dubera kir.
Şevbêrkên wiha bê nostaljî
nabe.
Ji ber germî û xweşiya sohbeta me, nehat bîra me em rismekî xwe bigirin. Piştî cimat ferikî, me mîvanên xwe bi rê kirin hat bîra min...
Bira vê carê netê be, gerek ji bo risman careke din werin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar