Rojekê ji kûsî pirsîne, gotine:
-Heger tu bixwazî herî gundê hember, tu yê di çiqas wext da ji vir herî wir?
Kûsî gotiye:
-Min ba, baran, çamûr, kaş û hevraz, daketin û hilkişîn giş hesab kir, ewê sê
rojan bikşîne, lê ez sê rojên din jî lê zêde dikim, ezê di şeş rojan da bi
bigihîjim wir.
Gotina baş e, de ka em biceribînin.
-Çi bû? Ka te gotibû ezê di şeş rojan da bigihîjîm gund. Wa ye te nikanîbû riya sê rojan di şeş rojan da jî biqedanda.
Kûsî keserek kûr kişandiye, gotiye:
-Qet nepirsin, min hesabê bê û baranê, çamûrê, kaş û hevrazan, kort û newalan, mit û giran û bînvedanê kiribû, lê min hesabê însanên(merivên) xerab nekiribû.
Her cara di rê da min dilezand, ez zû dimeşiyam, yekî bi min digirt, ez ser piştê diqulibandim. Tim bûn asteng, bûn sebebê dernegmayina min…
Di jiyanê da kelemên, gelşê fizîkî û xwezayî tenê tunene,
astengiyên, kelemên, gelşên însanên xerab derdixin pêşberî meriv jî hene.
Hesabkirina wan pir zor e.
XXX
Girêdana jinên malan, jinên karkir e. Belkî jî xanim diçe bêriyê, ya jî ji bêriyê tê.
Dayika xurc(tûr) li piştê şermok e, mahsûm e, şerm dike li
kamerayê binêre. Lê herdu zarokên di xurc da(di tûr da) bi meraq li kamerayê
dinêrin. Pir jî xweşik in.
Cara pêşî ye du zarokên bi hev ra di tûr da li piştê
dibînim.
Diyar zarok cêwî ne, dayika cefekar mecbûr maye herduyan
têxe tûr û bavêje ji pişta xwe da.
Girêdana serê wê hirbiya(temezîya) sor û axbaniya zer e.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar